MSD: Êrişa li ser Helincê ji rêzesûcên rejîma faşîst a Tirk e

MSD’ê êrişa li dijî gundê Helincê yê Kobanê şermezar kir û bi rêzesûcên ku rejîma faşîst a Tirk bi nav kir. MSD’ê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi lez tev bigerin ku alava wêrankirinê ya hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî rawestînin.

MSD: Êrişa li ser Helincê ji rêzesûcên rejîma faşîst a Tirk e
24 hezîran, 2020   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişa li dijî gundê Helincê yê Kobanê ku di encamê de 3 jin şehîd bûn, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya MSD’ê de wiha hate gotin:

"Şeva berê firokeyeke bêpîlot a artêşa Tirk a dagirker gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 3 jinên ku xebata parastina azadiya jinan dikirin ku endamên rêxistina Kongreya Star in, şehîd bûn.

Em wek MSD sersaxiya malbatên şehîdan dikin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin, her wiha vê sûcê hovane yê bi nûnertiya zîhniyeta Erdogan şermezar dikin û piştrast dikin ku ev sûc ji rêzesûcên rejîma faşîst a Enqereyê ne ku ji herêma Kurdistan heta bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Lîbyayê heta bi Yemenê pêk tîne.

Hedefa dewleta Tirk bi van sûcan û êrişên li herêmê pêkanîna projeya tarî ya bi navê Osmaniya Nû ye, her wiha dewleta Tirk bi rêya van sûcan ketiye çiraveke ji pirsgirêkên hundirîn ku nikare jê derkeve. Ev sûc binpêkirina qanûnên navneteweyî û hevpeymanên ku Enqere bi Washington û Moskovê re dema Serêkaniyê û Girê Spî di dawiya meha Cotmehê de dagir kir, pêk anî.

Em careke din bang li gelê xwe yê sûrî û hêzên wê yên nîştimanî ji Cizîrê heta bi Horan û Quneyterê dikin ku bi yek refî li hember dewleta Tirk a dagirker û bidawîkirina dagirkirina xaka Sûriyê bisekinin. Her wiha bang li NY’yê û Meclis Ewlehiyê, bi taybet DYA û Rûsyaya Federal, Camiyeya Ereb, rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl dikin bi lez tev bigerin û sûcên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî, di serî de Efrînê, rawestînin û pêşkêşî edaletê bikin. Her wiha bêdengiya navneteweyî der barê sûcên Tirkiyê li Sûriyê û tevahî herêmê de dihêle hê zêdetir sûcan pêk bîne."

(fr)