‘Dewleta Tirk nikare îradeya me bişikîne’

Desteya Jinan a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir ki dewleta Tirk nikare îradeya wan bişikîne û hêz û îradeya wan zêdetir dike.

‘Dewleta Tirk nikare îradeya me bişikîne’
24 hezîran, 2020   11:39
KOBANÊ

Jinên Rêveberiya Xweser a Demokratîka Herêma Firatê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Qada Şehîd Egîd ji aliyê cîgira Desteya Jinan a Herêma Firatê Rozîn Mihemed ve hat xwendin.

Jinan pankartên "Em hemû Zehra Birkul in" û wêneyên her sê şehîdan hildan.

Daxuyanî wiha ye:

"Ev ne cara yekemîn e ku îrade û azadiya me tê hedefgirtin. Zehra Birkul û dayika Emîna çavkaniya hêz û îradaya hemû jinên azadîxwaz bûn.

Zehra Birkul ciwaneke ji bajarê Kobanê ye. Di Mala Jinan, Heyva Sor a Kurd, dîwana Meclisa Gel, şaredarî û hevserokatiya desteya dadî de cihê xwe girt. Di sala 2018`an de wek rêvebereke Kongreya Star dest bi xebatê kir. Di 23`yê Hezîrana 2020`an de destê xiyanetê dirêjî wê bû û têkoşîna wê di parastina jinan de bi dawî kir.

Em hemû dizanin ku jinên li Rojava îrade û hebûna xwe di hemû aliyan de îsbat kiriye û bûne jinên azad û serkeftî.

Bi navê hemû jinên azadîxwaz em sûcên ku dewleta Tirk li dijî jinan pêk tîne, bêdengiya dewleta Rûsyayê garantora li herêmê, şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî van sûcan têkeve tevgerê.

Dewleta Tirk dixwaze îradaya jinan bişikîne û li hember rizgarkirin û bidestxistina mafên wê, bisekine. Sûcên pêk tîne, nikare îradeya me bişikîne û nikare di rêya me de bisekine. Em ê îrade û hêza xwe zêdetir bikin. Heger Zehra çû bi hezeran Zehra hene."

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Iv9YRvRKXuU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>