Dikeya Gel bi Partiya Pêşverû ya Demokratîk re civiya

Komîteya Dêrikê ya Desteya Rêveber a Dikeya Gel bi Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê re civiya ku nêrînên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lihevkirina di navbera partiyên kurdî de nîqaş bikin.

Dikeya Gel bi Partiya Pêşverû ya Demokratîk re civiya
Dikeya Gel bi Partiya Pêşverû ya Demokratîk re civiya
Dikeya Gel bi Partiya Pêşverû ya Demokratîk re civiya
Dikeya Gel bi Partiya Pêşverû ya Demokratîk re civiya
Dikeya Gel bi Partiya Pêşverû ya Demokratîk re civiya
24 hezîran, 2020   11:35
QAMIŞLO

Îro şandeyek ji Komîteya Dêrikê ya Desteya Rêveber a Dikeya Gel bi serokatiya Malvan Resûd, Mistefa Gorî, Lorî Til Darî serdana Buroya Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê kir ku rewşa siyasî li tevahî Rojava û Sûriyê nîqaş bikin.

Her du aliyan rewşa siyasî li tevahî Rojava, rêveçûna dan û standina di navbera partiyên Kurdan de  tevî daxuyaniya rola Dikeya Gel di xebata li ser nuqteyên girîng nîqaş kirin.

Her du aliyan behsa diyalog û balkişandina li ser rola avakirina yekitiya nîştimanî ya temam ji tevahî etnîkên civaka Kurd û hêzên siyasî re, kir ew jî li gorî nîqaşa doza lihevkirina siyasî ya kurd, pêwîstiya qutkirina di navbera lihevkirina Kurd û nedijberiya li hember vîna pêkhateyên dîtir li rojava, pêk hat.

Her wiha bal kişand ser ku divê avakirina vîna siyasî û civakî ne dûrî beşdariya pêkhateyên siyasî û civakî be, lê belê temambûna wê di dîtina modeleke rêveberî de ku mafên tevahiyan di rêvebiriya sivîl, siyasî, leşkerî, aborî û dûrî çarçoveya parvekirina partî ya teng de misoger bike.

Her du aliyan diyar kir ku ji tevan tê xwestin ku piştevaniya çi insiyatîfeke yekitiya gelê Kurd di vê merheleya hesas de ku Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, bikin, her wiha parastina destkeftî û mafên gelê Kurd, bi taybet digele êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bikin.

Her du aliyan da zanîn ku daxwaza wan pêkanîna hedefên rawe ji gel Kurd re li Sûriyê, demokratiya pirrengî ya nenavendî ku mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê bêyî dûrxistina tu alî yan jî tu etnîsîteyekê, mîsoger bikin.

(fr)

ANHA