Şêniyên Kobanê LI dijî êrişa dagirkeran daketin qadan

Bi hezeran şêniyên kantona Kobanê daketin qadan û sûcê dawîn ku dewleta Tirk li gundê Helincê pêk anî û di encama wê de 3 jin şehîd bûn, şermezar kir.

Şêniyên Kobanê LI dijî êrişa dagirkeran daketin qadan
Şêniyên Kobanê LI dijî êrişa dagirkeran daketin qadan
Şêniyên Kobanê LI dijî êrişa dagirkeran daketin qadan
Şêniyên Kobanê LI dijî êrişa dagirkeran daketin qadan
Şêniyên Kobanê LI dijî êrişa dagirkeran daketin qadan
24 hezîran, 2020   11:32
KOBANÊ

Bi hezeran şêniyên kantona Kobanê daketin qadan û êrişa balafira keşfê ya dewleta Tirk a li ser mala welatiya bi navê Emîna Weysî ya li gundê Helincê yê başûr rojhilatê bajarê Kobanê ku di encama wê de 3 jin şehîd bûn, şermezar kir.

Şêniyên bajêr li Qada Jina Azad a bajêr kom bû. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê kurd û jinên azadîxwaz pêk tîne, hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Egîd veguherî mêtîngê. Di mêtîngê de bi navê Tevgera Jinan a herêma Firatê Rewşen Haçim axivî û êrişa dawîn li dijî jinan ku beriya salvegera komkujiya 25`ê Hezîrana 2015`an ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat û di encama wê de 233 sivîl şehîd bûn, şermezar kir.

Rewşen Haçim di axaftina xwe de wiha got: "Bi hatina salvegera komkujiya Kobanê re, dewleta Tirk a dagirker tekez dike ku şîrîka komkujiya ku ji aliyê DAIŞ`ê ve pêk hate ye û careke din malên sivîlên li gundê Helincê bombebaran kir."

Her wiha Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn jî diyar kir ku careke din dagirkeran malên sivîlan kir hedef û kesên têde şehîd xist.

Mihemed Şahîn wiha domand: "Êrişên bi vî awayî hemû lihevkirinên navnetewî ku di navbera Rêveberiya Xweser û aliyên navnetewî weke DYA û Rûsyayê, binpê dike."

Mihemed Şahîn anî ziman ku di lihevkirinan de hat gotin divê tu alî êrişî aliyê din neke, lê dewleta Tirk bi binpêkirina pîvan û zagonên navnetewî hatiye naskirin.

Mihemed Şahîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo me weke Rêveberiya Xweser diplomatîk ji pîvaneke istratîjîk û sereke ye. Bawriya me bi diplomat heye. Lê armancên dewleta Tirk a dagirker berfirehe û tu girîngiyê nade şêwazên diplomata siyasî."

Paşê endama Meclisa Giştî ya PYD`ê ya herêma Firatê Eyşe Efendî bi navê malbatên şehîdan ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi rêya sûcên li dijî gelê me pêk tîne dixwaze nasnameya çanda kurdî tine bike û qir bike."

Eyşe Efendî bi navê dayik û malbatên şehîdan sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re (Zehra Birkul, Emîna Weysî û Hebûn Mele Xelîl) re xwest.

Eyşe di dawiyê de wiha got: "Em weke dayikên şehîdan bang li civaka navnetewî û di serî de Amerîka û Rûsya dikin ku helwestên xwe der barê êrişên dewleta Tirk li dijî gelê me ji dayikên şehîdan re eşkere bikin."

(bx)

ANHA