Kongreya Star: Qetilkirina jinên birêxistinkirî bûye armanca faşîzma Tirk û serçete Erdogan

Kongreya Star daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdê dike û diyar kir ku “Dewleta Tirk a faşîst bûye kujerê jinan. Qetilkirina jinên birêxistinkirî bûye armanca faşîzma Tirk û serçete Erdogan.”

Kongreya Star: Qetilkirina jinên birêxistinkirî bûye armanca faşîzma Tirk û serçete Erdogan
24 hezîran, 2020   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star têkildarî qetilkirina 3 jinan li gundê Helincê yê Kobanê ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Wek Koordînasyona Kongreya Star em êrişên li ser endama  koordînasyona  me  ya  herêma  Firatê  Zehra  Berkel ȗ Bedîa Mele Xelîl  ȗ yadê  Emîna  Weys  bi tundî şermezar dikin.

Li hemberî  êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst, Kurd û dostên Kurdan li her derê di nava berxwedan û têkoşîneke bêhempa de ne. Gelê me û bi taybet jinên pêşeng ji bo civakeke zanistî, exlaqî û azad hemû bedêl dane, wek şehîdên nemir Hevrîn Xelef û yadê  Eqîde.

‘HEMÛ HEVKARÊN DEWLETA TIRK BERPIRSYAR IN’

Li hemberî xeta azadiya jinan sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst zêde bûne. Di şeva 23’yê Hezîranê de Zehra Berkel endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê ȗ yadê  Emîna Weys ȗ hevala me  Bedîa Mele Xelîl, li gundê Helincê yê girêdayî bajarê Kobanê di encama êrişeke balafireke keșfê  ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûne,  Herêma Firatê û bajarê Kobanê bi hevkariya hêzên Rûsyayê dihat bidestgirtin. Her wiha li bajarê Besre yê girêdayî Dêrezorê êrişeke hovane li ser Mala Jinan hate kirin. Di vê êrişê de hemû hevkarên dewleta Tirk jî berpirsiyar in. Di qetilkirina hevrêyên me de  hêzên  Koalîsyona  Navdewletî  ȗ  dewleta  Rȗsya  berpirsyar in. Em  hesab  ji  wan  dixwazin ȗ  dibêjin  divê  van  êrișên  hovane  yên  dewleta  Tirk  bidin  sekinandin   nebin  hevkarên  qetlîama jinên  Kurd ȗ  gelê  Kurd.

Her ku jin zane dibin, xwe bi rêxistin dikin, tirsa hemû hêzên dijberî jinan jî mezintir dibe. Di nava pergala faşîst, qirker, dagirker de cihê jinan, hebûna jinan tune ye. Em hebûn, zanebûn û jiyana xwe bi xwe diparêzin. Ji ber vê sedemê erişên dagirker, di serî de li ser hebûna me, jiyana me û warê me berdewam in.

‘LI DIJΠ FAȘÎZM Ȗ ÎXANETÊ  BERXWEDANÊ  BILIND BIKIN'

Bi taybet di vê meha Hezîranê de ku li her devera gelê Kurd û jinên Kurd lê hene, di nava berxwedan û têkoşîna bêhempa a parastina nirxên xwe de ne. Ev êrişên qirker êdî bê sînor bûne. Li ser civaka sivîl êrişên leşkerî ku tên kirin, sûcên şer in û jinên  siyasetmedar ȗ birêxistinkirî hedef girtin, sûcên li hemberî  pêșeroja  jinan e. Ji  bo  vê  em  bang  li hemȗ  jinên  cîhanê  ȗ rêxistinên  jinan dikin ku li hemberî  van  êrîșan  helwestê  diyar  bikin  ȗ  piștgiriyê bidin berxwedana  jinên  Kurd. Her wiha  banga  me  ji gelê  Kurd  ȗ  dostên  Kurdan  re  ye ku  bê  navber  di  nav  çalakiyan  de bin, li dijî  fașîzmê ȗ îxanetê   berxwedanê  bilind bikin.

Dewleta Tirk a faşîst bûye kujerê jinan. Qetilkirina jinên birêxistinkirî bûye armanca faşîzma Tirk û serçete Erdogan.

‘ÊRIŞ LÊGERÎNA ME YA BERXWEDANÊ XURT DIKIN’

Em van êrişên hovane careke din bi tundî şermezar dikin. Em soza tekoşîna hevrê Zehra û Hebûn ȗ yadê Emîne  didin û ta ku zîhniyeta qirker û faşîst ji holê rabe, em ê li ber xwe bidin ȗ ev  êriș  biryar ȗ lêgerîna  me  ya azadiyê bi hêz dike ȗ her șehîd birêxistinbȗn ȗ têkoșîna me  geș dike.

Em ê bi pêșengiya şehîd Zehra, Bedîa ȗ yadê Emîne azadiya jinan ȗ gelan mîsoger bikin.

Şehîd namirin, bijî yekitiya jinên birêxistinkirî, têkoşer û azadîxwaz, bimre îxanet, dagirkerî û qirkirin.”