Jinên Qamişloyê bang li rêxistinên navneteweyî kir: Dewleta Tirk ceza bikin

Jinên ji Qamişloyê bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî yên hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker têkildarî sûcên wê rabin, her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Jinên Qamişloyê bang li rêxistinên navneteweyî kir: Dewleta Tirk ceza bikin
Jinên Qamişloyê bang li rêxistinên navneteweyî kir: Dewleta Tirk ceza bikin
Jinên Qamişloyê bang li rêxistinên navneteweyî kir: Dewleta Tirk ceza bikin
Jinên Qamişloyê bang li rêxistinên navneteweyî kir: Dewleta Tirk ceza bikin
Jinên Qamişloyê bang li rêxistinên navneteweyî kir: Dewleta Tirk ceza bikin
Jinên Qamişloyê bang li rêxistinên navneteweyî kir: Dewleta Tirk ceza bikin
24 hezîran, 2020   10:46
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Li ser rêça Hevrîn û Zehrayan em ê têkoşînê bilind bikin" îro bi sedan jin û şêniyên Qamişloyê li pêş navenda NY’yê ya li bajêr xwepêşandanek ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk a dagirker li gundê Helincê yê Kobanê li dar xist.

Duh artêşa Tirk a dagirker malek li gundê Helincê yê Kobanê hedef  girt, di ecamê de 3 jin şehîd bûn, jê 2 endamên Koordînasyona Kongreya Star; Zerha Berkel û Hebûn Mela Xelîl in, ya din jî xwediya malê Emîne Weysî ye.

Xwepêşandêran bi rêya dirûşmeyên xwe banga lêpirsîna artêşa Tirk a dagirker li ser sûcên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, her wiha berxwedana ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, silav kir.

‘DEWLETA TIRK NIKARE PLANÊN XWE YÊN DAGIRKIRINÊ PÊK BÎNE’

Di xwepêşandanê de endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan êrişên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî jinan şermezar kirin û wiha piştrast kir: "Êrişên Tirkiyê nikarin berxwedana me ya di oxira azadiyê de bişikînin, Tirkiye nikare planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne."

Daliya Henan diyar kir ku rêxistinên hiqûqî û rêxistinên bi navê mafên mirovan bang dikin ên ku çav li ser komkujî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî şêniyan Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş çavên hemû cîhanê pêk tîne, berpirsên van komkujî û sûcan in û sûcdarên van komkujiyan lêpirsîn nakin.

Daliya Henan soza bilindkirina têkoşînê, pêkanîna hedefên şehîdan heta pêkanîna azadiya jinan û tevahî gelên bindest da.

Li aliyekî din jî bi navê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Rewda Hesen sûcên dermirovî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, şermezar kirin û wiha bi dawî kir: "Em Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê van êrişên bênavber li ser herêmên me şermezar dikin, bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin ku dewleta Tirk li ser sûcên wê lêpirsîn bikin, her wiha soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna serkeftinê didin."

(fr)

ANHA