Ji Siwêdayê heta Hema û Dêrazorê bombebarana Îsraîlê

Şevê din Îsraîlê  piştî ku gundewarên Siwêda û Dêrazorê bombebaran kirin, êriş li ser gundewarên Hemayê jî pêk anîn.

Ji Siwêdayê heta Hema û Dêrazorê bombebarana Îsraîlê
24 hezîran, 2020   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sana ya fermî ya Sûriyê da zanîn ku şevê din sîstema parastina hewayî ya Sûriyê bersiva êrişeke hewayî ya Îsraîlê a Ii ser El-Selemiye û El-Sebûra yên gundewarên Hemayê da û hejmareke moşekan beriya bigihêjin armanca xwe xistin xwarê. 

Çavkaniyeke leşkerî ji ajansê re wiha piştrast kir: "Di saet 00:45`an de Îsraîlê êrişeke hewayî li ser baregehên li El-Selemiyê û El-Sebûra yên gundewarên Hemayê pêk anî. Dema moşek ji aliyê sîstema hewayî ve diyar bûb, yekser bersiv da û hejmareke mezin ji moşekan beriya bigihêjin armanca xwe, xistin xwarê. Di encama wê de tenê ziyanên madî çêbûn."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dibe balafirên Îsraîlê bin û baregehên hêzên hikûmetê û komên alîgirên Îranê li gundewarên rojhilatê Hemayê bombebaran kirin.

Navendê diyar kir ku kargeha pîvazan ya li nêzî El-Selemiyê bombebaran kiribe ji ber komên Îranê wek baregehên çek û cebilxaneyê bi kar tînin û ji ber wê jî teqîn dijwar bû.

Her wiha navenda çavdêriyê destnîşan kir ku teqînên dijwar li baregehên leşkerî li herêma Isreya pêk hatin. Balafiran navenda çandê ya li Sebûra û kargeha Elef a li Eqarib a gundewarên rojhilatê Hemayê kir hedef û dengê ambulansan li cihê teqînan hat bihîstin. Di encama wê de ziyanên mirovî hene.

Li gorî hindek malperên leşkerî ku şevê din gundewarên Dêrazorê û Siwêdayê ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin û di encama wê de 2 kes hatin kuştin, hejmareke leşkeran birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

(bx)