Rêveberiya Xweser a Firatê: Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên êrişa Tirkiyê ne

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang Ii Rûsya û DYA`yê kir ku sînorekî ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin.

Rêveberiya Xweser a Firatê: Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên êrişa Tirkiyê ne
24 hezîran, 2020   07:11
KOBANÊ

Piştî ku balafireke keşfê ya dewleta Tirk maleke sivîlan li gundê Helincê yê Kobanê şevê din bombebaran kir û di encama wê de 3 jinên sivîl şehîd bûn, rêveberiyê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê di daxuyaniyê de êrişa terorîst şermezar kir, berpirsyarî xist ser milê Rûsyayê ji ber ku li gorî lihevkirina beriya 7 mehan çêbû Rûsya berpirsa ewlehî û aramiyê ye. Rêveberiyê bang li Rûsyayê kir ku li gorî sozên xwe be û li hember êrişên terorîst ên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekine.

Her wiha rêveberiyê bang li DYA`yê û Koalîsyona Navneteweyî kir ku erkên xwe pêk bînin û li gorî lihevkirina têkildarî agirbesta li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di navbera DYA û dewleta Tirk de ku sînor ji êrişên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin.

bx

ANHA