Piştî deh salan li Şedadê çandina sebzeyên havînê geş dibe

Piştî deh salan cotkarên gundên navçeya Şedadê careke din dest bi çandina sebzeyên havînê kir. Bi taybet piştî peydakirina ava avdanê ji benda Başûr û buhabûna madeyên xwarinê ji ber bêqedrbûna lîreyê Sûriyê.

Piştî deh salan li Şedadê çandina sebzeyên havînê geş dibe
Piştî deh salan li Şedadê çandina sebzeyên havînê geş dibe
Piştî deh salan li Şedadê çandina sebzeyên havînê geş dibe
Piştî deh salan li Şedadê çandina sebzeyên havînê geş dibe
Piştî deh salan li Şedadê çandina sebzeyên havînê geş dibe
24 hezîran, 2020   06:55
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Di destpêka aloziya Sûriyê de çeteyên DAIŞ`ê rûberên fireh ji xaka Sûriyê kontrol kirin. Ji ber wê û ji ber sûcên wan li dijî şêniyan, cotkar ji çandinê bi dûr ketin. Di encamê de çandiniya havîn û zivistanê li navçeyên başûrê Hesekê bi paş de çû.

Her wiha kontrolkirina herikîna ava çemê Xabûr bi destê Tirkiyê û kêmkirina para herêmê ji avê, roleke neyînî di paşdexistina çandiniya havînê de li ser beravên çem lîst.

Bi rizgarkirina herêmê re û piştî ku baran bi giranî di salên dawîn de li herêmê barî, li rex wê jî Rêveberiya Xweser girîngî da çandiniyê, ev hemû rolek çalak di vegerandina çandiniya havînê de ji herêmê re lîst bi taybet piştî vekirina deriyên bendava Başûr li Hesekê û  herîka çemê Xabûrê.

Ji herêmên ku çandina sebzeyên havînê tê de carek din geş bûye, navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê.

Cotkarê bi nave Îbrahîm El-Dexîl ji şêniyên gundê El-Becdelî li rojhilatê navçeyê ye ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re got: "Di karantînayan de me dest bi çandinê kir. Destpêkê me erdek bi rûbera 200 m2 li nêzî mal kir bistan."

El-Dexîl bal kişand ser ku piştî serkfetina wê projeyê, biryar da ku rûbera çandina sebzeyan zêde bike û got: "Piştre me 6 donim li ser beravên Xabûr bi sebzeyên cihêreng çandin."

El-Dexîl anî ziman ku piştî du mehan ji çandinê dest bi çinînê dikin. Her wiha diyar kir ku bendavê rolek erênî di vî warî de lîst ku ew karibin pêwîstiyên sûkên herêmî ji sebzeyan peyda bikin. Buhayê kîloya bacanên sor li sûkê piştî daketina nirxa lîreyê Sûriyê gihaşt hezar û 200 lîreyan.

El-Dexîl bibîr xist ku niha û piştî ku pêwîstiyê herêmê ji sebzeyan hate peydakirin, bihayên sebzeyan daketin. Buhaya kîloya bacanên sor gihaşt 250 lîreyan.

El-Dexîl got zeviyên li ser dirêjahiya beravên çemê Xabûr jêdera quta cotkar û şêniyan peyda dike, di heman demê de barên mezêxeran sivik dike. Ji ber ku buhayên sebzeyên herêmî yên ku digihêjin sûkên herêmê guncaw in.

Di dawiyê de El-Dexîl îşaret pê kir ku her rewş wisa dom kir dê di zivistanê de jî zeviyan biçînin.

şx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u3f1TNQjY40" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>