Nasnameya şehîda sêyemîn a êrişa li ser Kobanê hate eşkerekirin-HATE NÛKIRIN

Di encama bombebarana balafirên bêpîlot ên dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Helincê yê Kobanêde endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Hebûn Mele Xelîl jî şehîd bû.

Nasnameya şehîda sêyemîn a êrişa li ser Kobanê hate eşkerekirin-HATE NÛKIRIN
24 hezîran, 2020   07:19
KOBANÊ

Duh saet di 17:30`an de, balafireke bêpîlot a dewleta Tirk a dagirker li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê bajarê Kobanê maleke sivîlan bombebaran kir.

Di encamê de endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî şehîd bûn.

Şevê din, nasnameyên şehîd Zehra û Emîne hatin eşkerekirin, lê piştî agahî hatin piştrastkirin îro nasnameya şehîd Hebûn Mele Xelîl jî hate eşkerekirin. Hebûn Mele Xelîl ji gundê Bêndir ê girêdayî navçeya Qenayê yê rojavayî bajarê Kobanê ye.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang Ii Rûsya û DYA`yê kir ku sînorekî ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin.

 (kc)

ANHA