Li Biradostê du malbat bi hev ketin: 5 kuştî

Li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê ji ber pirsgirêkên mal û milkan şer di navbera du malbatan de derket û 5 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Biradostê du malbat bi hev ketin: 5 kuştî
23 hezîran, 2020   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê îro ji ber meseleyên mal û milkan di navbera du malbatên ji gundê kejek ê navçeya sidekan a li bakurê Hewlêrê şer derket.

Her du malbatan gule li hev reşandin û 4 kes ji malbatekê hatin kuştin û 2 kes ji malbata din birîndar bûn.

Her wiha hate zanîn ku kesekî din ku ji Rojavayê Kurdistanê ye, dema li nêzî devera şer sekinîbû, hate kuştin.

Têkildarî bûyerê hêzên ewlehiyê dest bi lêpirsînê kir.

(eh)