Hûsiyan êrişên li avahiyên Siûdiyê hilgirtin ser xwe

Berdevkê leşkerî yê Koma Ensarellah El-Hûsî yê li Yemanê Yehya Serî îro ragihand ku Hûsiyan avahî û saziyên leşkerî yên Erebistana Siûdî û Wezareta Parastinê bi moşekên balîstîk kirin armanc.

Hûsiyan êrişên li avahiyên Siûdiyê hilgirtin ser xwe
23 hezîran, 2020   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan ê li Yemenê Yehya da zanîn ku Hûsiyan bi moşekên balîstîk û firokeyên bêpîlot êrişî Erebistana Siûdî kiriye.

Yehya diyar kir ku êriş bi hejmareke mezin a moşekên balîstîk, moşekên bibask,  Zulfîqar û firokeyên bêpîlot pêk hat.

Yehya da zanîn ku Hûsiyan Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî, baregeha Melek Selman a asîmanî, îstixbarat û avahiyên leşkerî yên li Riyad, Cîzan û Necranê kirin armanc.

Berdevê Hêzên Koalîsyona Erebî ya li Yemenê ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, îro ragihandibû ku hêzên koalîsyonê 8 firokeyên bêpîlot rûxandin û 3 moşekên balîstîk ku Hûsiyan avêtin Siûdiyê, rûxandin.

(eh)