Artêşa Îranê dest bi operasyoneke leşkerî kir

Fermandariya YRK’ê ragihand ku artêşa rejîma Îranê li Merîwan, Çilçeme û Dîwandereyê yên Rojhilatê Kurdistanê dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

Artêşa Îranê dest bi operasyoneke leşkerî kir
23 hezîran, 2020   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê diyar kir ku 18'ê Hezîranê rejîma Îranê ji Sine û Hemedanê hêz li Merîwan û Dîwandereyê bi cih kiriye.

Fermandariyê ragihand ku leşkerên Îranê li dibistan û mizgeftên li qadên Tewkûlan, Agce, Gogce, Nergîselle, Qemçiyan, Deregawan, Kanî Temrxan û Şaqellayê bi cih bûne û li herêmê gelek baregehên leşkerî yên seyar hatine avakirin, herêm li gel hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku heywanên şêniyên herêmê yên li zozanên herêmên Çilçeme, Dûbra û Sûltanê bi zorê hatine derxistin û li herêmê operasyona leşkerî dest pê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê şeva 22'ê Hezîranê saet di navbera 01:00-05:00 de balafirên keşfê yên hêzên Îranê li ser çiyayê Sûltan ê li Merîwanê û çiyayê Dûbra yê li Dîwandereyê firiyan.

Fermandariya YRK'ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku sibeha heman rojê hêzên rejîma Îranê bi hawan, tank, kaytûşa û helîkopterên Kobra bombe li herêmê barandin.

Hate ragihandin ku piştre jî li derdora gundê Gogce dest bi operasyonê kirin û leşkerên xwe li Dûbra û girên derdorê bi cih kirin.

Li gorî daxuyaniyê operasyona li herêmê dewam dike.

Fermandariya YRK'ê da zanîn ew ê der barê operasyonê de paşê agahiyên berfireh parve bikin.