Li Efrînê welatiyek bi îşkenceyê hate kuştin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê sûcan xwe didomînin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê aşkera kir ku şêniyê bi navê Egîd Mihemed Şêx Hesen hatiye revandin û heta jiyana xwe ji dest daye, îşkence lê kirine.

Li Efrînê welatiyek bi îşkenceyê hate kuştin
23 hezîran, 2020   11:46
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê aşkera kir ku komên çete Egîd Mihemed Şêx Hesen (24) ji pêş qaşo Dadgeha Efrînê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Çileya borî de revand û çeteyan heta ku bimire îşkence lê kir.

Li gorî agahiyên berdest, çeteyan piştî ku Hesen revand, bir nava zeviyeke zeytûnê ya li nêzî gund û li wir bi rêbazên hovane îşkence lê kir, her wiha ji ber gotina "Şehîd namirin" bi zimanê kurdî li ser destê wî yê çepê bû, destê qut kirin û gewdeya wî parçe kirin û piştre şewitandin.

Piştî aşkerakirina sûc, qaşo "Polîsên Hure" xizmên wî tawanbar kirin, ew jî bi hedefa nixumandina rastiyan.

Li aliyekî din jî çeteyan Mezlûm Mihemed Şêx Hesen (40) birayê Egîd 4 caran ji dema dagirkirina Efrînê de revandiye, ya dawiyê jî 28 Gulanê bû, piştî fîdyeya milyonek lîreyên Sûriyê ew hat berdan.

Çeteyan gelek îşkenceli Mezlûm Hesen kir, her wiha hin agahî hene ku nikare biaxive, her wiha piştî cara dawîn bi kehrebeyê îşkence lê kirin, hiş û derûniya wî pir tevlihev bûye.

Girêdayî mijarê, çeteyan bavê Egîd û Mezlûm jî bi navê Mihemed Menan Şêx Hesen (60) zêdetirî 4 caran revandiye û bi dijwarî îşkence lê kiriye, piştî dayîna fîdyeyê hat berdan û tawana girtina wî jî dan û standina bi Rêveberiya Xweser re ye.

(fr)

ANHA