Koalîsyona Erebî êrişa li dijî Siûdiyê têk bir

Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî li Yemenê îro ragihand ku bersiva firokeyên bêpîlot ‎ên bombebarkirî ku Hûsiyan ber bi Erebistana Siûdî ve şandine, da.‎

Koalîsyona Erebî êrişa li dijî Siûdiyê têk bir
23 hezîran, 2020   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Koalîsyona Erebî serbaz Tirkî Malikî got hêzên koalîsyonê 8 firokeyên bêpîlot ‎ên bombebarkirî ku Hûsiyan şeva berê şandibûn, rûxandin.‎

Vê sibehê 3 moşekên balîstîk ji parêzgeha Seide ber bi Erebistana Siûdî ve berdan, her wiha hêzên ‎hevbeş ên Koalîsyona Erebî bersiva 2 moşekên balîstîk ên ber bi bajarê Necran û moşeka din a ber ‎bi Cîzan ve da.‎

Malikî wiha da zanîn: "Berdewama van kiryarên dijminatî û terorîst bi rêya firokeyên bêpîlot, ‎metoda Hûsiyan a tundraw û derexlaqî li dijî sivîlan eşkere dike."‎

(fr)