​​​​​​​Komîteyek ji bo şopandina krîza ku Qanûna Qeyser çêbike, hat avakirin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfa Xelo got: “Destpêkirina Qanûna Qeyser dê bandorê li herêmê bike. Me komîteyek  ava kir, ji bo ku rewşê bişopîne û ji bo herêmê projeyan dane û pêk bîne.”

​​​​​​​Komîteyek ji bo şopandina krîza ku Qanûna Qeyser çêbike, hat avakirin
22 hezîran, 2020   02:24
MINBIC – SELWA ABDLREHAMAN

Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfa Xelo qala bandora Qanûna Qeyser a li ser herêmê kir.

Nezîfa diyar kir ku daketina lîreyê Sûriyê, dê aloziyeke aborî çêbike û rewşa mirovî ya şêniyan dê zehmet be. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navde Minbic gelek tedbîr ji bo başkirina rewşê, girtine. Rêveberî dê buheyê sotemenî, nan û madeyên din ên sereke weke berê bihêle. Me li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek ava kir da ku aloziya aborî ya heyî bişopîne.

Nezîfa axaftina xwe wiha domand: “Em weke rêveberiya Minbicê civînan ji şêniyên bajêr, komîn û meclisan re çêdikin. Em di civînan de rewşên siyasî û aborî yê qada Sûrî û cîhanê dinirxînin. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê gavên erênî diavêje, danasîna kare rêveberiyê dike. Komîte hatin avakirin da ku buhayan bişopînin û rewşên din ên xizmetguzarî li bajêr û gundewarên wê, bişopînin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfa Xelo di dawiya axaftina xwe de got: “Komîteyên ku hatine avakirin dê hemû detayan bişopînin, alîkariyê ji şêniyên Minbicê re pêşkêş bikin û ew ê planan deynin da ku projeyan li herêmê pêk bînin.”

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yXash9ukdu0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>