​​​​​​​Gelo dê Rêveberiya Xweser karibe krîza aborî derbas bike?

Şêniyên bajarê Qamişlo têkildarî tedbîrên Rêveberiya Xwser ên ji bo başkirina rewşa jiyanî gotin: "Tedîbrên ku Rêveberiya Xweser girtine ji aloziya aborî re derman in." Pisporê aborî Alaedîn Ferhand anî ziman ku ev tedbîr êrênî ne, serketina van gavan girêdayî asta lêkolînkirin û pêkanîna wan e.

​​​​​​​Gelo dê Rêveberiya Xweser karibe krîza aborî derbas bike?
22 hezîran, 2020   00:09
QAMIŞLO – LÎLAV MIHEMED – MIHEMED EKINCÎ

Desteya Serokatî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17'ê Hezîranê bi Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê re civiya. Civîn li avahiya meclisê ya navçeya Amûdê hate. Di civînê de tedîbrên ku Rêveberiya Xweser li hemberî dijwariya rewşa aborî girtine hatin nîqaşkirin. Nexasim ji ber daketina nirxê lîreya Sûrî li beramberî dolarê û keta Qanûna Qeyse di 17'ê Hezîranê meryetê ku DYA'yê li dijî hikumeta Sûriyê ferz kiriye.

Ji tedbîrên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê girtine; zêdekirina mûçeyên karmendên saziyên Rêveberiya Xweser bi rêjeya ji sedî 150 ji dîroka 1'ê Hezîranê ve, kêmkirina buhayê pakêtê înternêtê, piştevaniya projeyê biçûk, kontrolkirina buroyên pevguhertina pereyan, vekirina navedên firotina madeyan û piştgiriya projeyên çandiniyê.

Têkildarî van tedbîran şêniyên bajarê Qamişlo nêrînên xwe ji ANHA'yê re parve kirin.

DAXWAZÊN COTKARAN

Cotkarê bi navê Basim Ayşe ku 40 donim erdekî wî yê çandiniyê li ser sînorê çêkirî yê bi Bakurê Kurdistanê re heye û havîn û zivistanî çandiniyê dike dibêje tedbîrên Rêveberiya Xweser yên derbarê piştevaniya projeyên çandiniyê de girtine gelek baş in. Ayşe got:"Dema ku Rêveberiya Xweser piştgiriyê dide cotkaran ev yek dê berhemekî mezin derxîne, di encamê de buhayê berhemên çandiniyê kêm bibe û dê fêde lê tevahî şêniyên herêmê bike."

Ji bo ku piştevajî bi projeyên çandiniyê pêk were, Basim Ayşe bang li aliyên têkildarî kir ku mazot û semadê ji cotkaran re peyda bikin, her wiha dermanên çandiniyê bi buhayekî erzan pêşkêşî wan bikin.

Şêniyê bi navê Ebdulmecîd Qiço yê 77 salî ji bajarê Qamişlo ye diyar kir ku biryara Rêveberiya Xweser a derbarê vekirina saziyên îstîhlakê mina madeyên xwarin, zebze û fêkiyan dê gelek fêde li civakê bike û dê buhayên kel û pelan bike û dê buha were qebûlkirin. Qiço got: "Ev gav ê şêniyan kêfxweş û razî bike."

DIVÊ BAZARÊN PEREYAN WERIN KONTROLKIRIN

Qiço bi bîr xist ku biryara Rêveberiya Xweser kontrolkirina buroyên pevguhestina pereyan di nav xwe de digire û got: "Ev biryareke avakdar e, ji ber ku xwediyên pevguhertina pereyan ji vê rewşê sûdê digirin û keysbaziyê dikin, pereyên ku ji derve têk bi pereyên Sûrî didin "Divê kontroleke xurt li ser bazarên pereyan hebin."

Endamê Komîteya Zimhêrê ya kantona Qamişlo Umer Zorê li ser biryara zêdekirina mûçeyên karmendên saziyên Rêveberiya Xweser got: "Ev biryar dê ji sedî 80 rewşa jiyanî baş bike."

Zorê anî ziman: "Fonê min ê mehane berê 80 hezar lîreyên Sûrî bû, têra min heta nîvê mehê nedikir, ji xwe li herêmên krîzeke aborî heye. Lê niha piştî biryara Rêveberiya Xweser a zêdekirina mûçeyên karmendan dê fonê min bibe 200 hezar lîreyên Sûrî. Ev ferqeke mezin di aliyê pêydakirina pêwîstiyan di nava mehekê de çêbike." Zorî spasiya Rêveberiya Xweser kir ji ber tedîbrên ku girtine.

Pisporê aborî Elaedîn Ferhand diyar kir ku biryara Rêveberiya Xweser a zêdekirina mûçeyên karmendên di saziyên rêveberiyê de bi rêjeya ji sedî 150 gaveke avakar e û asta têgihiştina Rêveberiya Xweser ji rewşa jiyanî ya gelên herêmê diyar dike.

Ferhan got: "Ev gav mîna dermanekî demkî ji rewşa aborî ya herêmê ye. Da ku alozî ne goreke ji bo  kesên ku nikarin pêwîstiyên xwe ji mûçeyên xwe yên berê bi cih bînin."

Ferhan her wiha destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser ji encamên hilweşandina lîreya Sûrî li beramberî dolar têghiştî be da ku karmendên rêveberiyê di rewşeke aborî baş de bin.

Ferhan destnîşan kir ku vekirina navendên firotinê gaveke girîng e, Rêveberiya Xweser heke ji 50 heta 10 navend veke dê karibe rewşa aborî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol bike. Ji ber vekirina hejmareke kêm a navendên wê gaven bê kêr be.

Ferhan destnîşan kir ku "Rêveberiya Xweser dikare fikira vekirina navendên firotinê bi komînan veguherîne, an jî bi alîkariya komînan daneyên welatiyan kom bike da ku madeyê sereke pêşkêş welatiyan bike."

Têkildarî piştevaniya projeyên çandiniyê Ferhand destnîşan kir ku heke ev proje bixin destê pisporên çandiniyê dê gaveke çalak be û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku buhayê mazot û semadê gelek bilind in û peyda nabin, divê Rêveberiya Xweser madeyên pêwîst ên çandiniyê peyda bikin û bi buhayê guncaw pêşkêşî cotkaran bikin."

Derheqê biryara kontrokirina buroyên pevguhertina pereyan de pisporê aborî Elaedîn Ferhand got: "Heke buroyên pevguhertina pereyên bi rêya daxwaza daneyên kesên ku vî karî dikin yanî (kesên zêdeyî 10 hezaqr dolarî serif dikin) werin kontrolkirin û werin muhasebekirin dê gaveke çalak be. Ji ber ku em dibînin gelek hilbirîner û bazirgan bazarê bi 5 hezar dolaran û jortir dikin."

ANHA