Çavkaniyên Lîbî: Parlemanto dê daxwaza destwerdana Misirê bike

Çavkaniyên Lîbyayê eşkere kirin ku Parlemantoya Lîbyayê dê di rojên bê civîneke awarte lidar bixe, ji Misirê bixwaze ku li dijî destwerdana Tirkiyê mudaxele bike. Artêşa Lîbyayê got, berdêl çi dibe bila bibe ew bajarê Sirtê ji Tirkiyê re nahêlikn.

Çavkaniyên Lîbî: Parlemanto dê daxwaza destwerdana Misirê bike
21 hezîran, 2020   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Mûdîrê Rêveberiya Tewcîha Manewî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb got:   " Berdêl çi dibe bila bibe ew bajarê Sirtê ji Tirkiyê re nahêlikn."

Çavkaniyên Lîbyayê eşkere kirin ku Parlemantoya Lîbyayê dê di rojên bê civîneke awarte lidar bixe da ku ji Misirê bixwaze ku li dijî destwerdana Tirkiyê mudaxele bike.

Çavkaniyan gotin, Tirkiyê nikare dest deyne ser deverên petrolê yên li Lîbyayê.

Parlemantoya  Lîbyayê  daxuyand ku dewletên Erebî êdî xeteriya zindîkirina planên Osmanî hîs dikin. Her whia girîngiya aktîvkirina peymana Parastina Erebî ya hevpar destnîşan kir.

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî duh daxuyand ku, her destwerdaneke raste rast ya Misirê li Lîbyayê êdî rewa ye û anî ziman ku amadebûna artêşa Misirê ji bo şerê li Lîbyayê bûye pêwîstiyek.