Artêşa Lîbyayê li Sirt û derdora wê qedexeyek hewayî ferz dike

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got ew ê berisva her hedefekê bidin ku gefê li xaka Lîbyayê dixwe.

Artêşa Lîbyayê li Sirt û derdora wê qedexeyek hewayî ferz dike
21 hezîran, 2020   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mismarî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ferzkirina herêma qedexeya hewayî ya bi dirêjeya 200 km li ser bajarê Sirt û derdora wê ji rojhilatê bajêr dest pê dike heta herêma Hîşeyê ye.

El-Mismarî got, şerê ku "Artêşa Niştimanî" dike ne şerê niştimanî ye lê belê şerekî xeter e ku sînorê niştimanî û heta herêmî derbas dike.

Ehmed El-Mismarî  anî ziman ku dijminahiya Tirkiyê û dagirkirina li xaka Lîbyayê ne tenê ewlehiya Lîbya, Misir û herêmên Erebî dike xeteriyê di heman demê de Ewropayê jî tedîd dike.

Berdevkê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bal kişad ser helwesta Qahîre û got:"Ev helwest ji têgihiştina wê ya vî şerê tê ku şerekî netewî erebî ye."