Wezîrê karên derve yê Misirê: Em ê bersiva gefên li dijî Misir û welatên Ereban bidin

Wezîrê karên derve yê Misirê Samîh Şukrî diyar kir eger gefek li dijî ewlehiya Misirê hebe, dê rastî bersiveke tund bê.

Wezîrê karên derve yê Misirê: Em ê bersiva gefên li dijî Misir û welatên Ereban bidin
21 hezîran, 2020   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Qahîreyê piştrast kir ku destwerdana leşkerî di Lîbyayê de wê tiştekî qanûnî be, wezîrê karên derve yê Misirê Samîh Şukrî daxuyand ku Misir hewl dide rêya çareseriya siyasî bi kar bîne.

Her wiha Şukrî daxuyand ku hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê baş helwesta serok Ebdilfettah Sîsî nexwend. Şukrî wiha lê zêde kir: "Em hêvîdar in ku hikumeta Wîfaqê li gorî Peymana El-Suxêrat tev bigere."