Li Şedadê agir bi baxçeyekî zeytûnan ket

Li Şedadê agir bi baxçeyekî zeytûnan ket. Tîmên agirkujiyê beriya ku fireh şewat vemirand.

Li Şedadê agir bi baxçeyekî zeytûnan ket
21 hezîran, 2020   12:26
HESEKÊ

Îro nêzî saet 12:30`an li gundê El-Behsa yê 8 km başûrê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê agir bi baxçeyekî zeytûnan ket.

Li gorî agahiyan şewat ji ber çirûskeke jeneratoreke avdanê çêbûye.

Nûçegihanê ANHA’yê destnîşan kir ku nêzî 700 darên zeytûnn, hinar û hejîran di baxçe de hebûn. Rûbera şewitiye zêdetirî 35 donimî ye.

Hêzên Hawarî û tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Gel a Şedadê şewat vemirand beriya ku firehtir bibe û bigihêje zeviyên din.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TK3JQh0yPRM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>