HPG’ê têkildarî çalakiyên li Heftanînê daxuyaniyek da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên li dijî artêşa Tirk a li herêma Heftanînê de daxuyanî da.

HPG’ê têkildarî çalakiyên li Heftanînê daxuyaniyek da
21 hezîran, 2020   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

Di 17’ê Hezîranê de yekîneyên dijmin dema ku ji Girê Şehîd Bêrîvan diçûn Girê Şehîd Dara bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi awayekî xurt li yekîneya dijmin daye, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin û li vir pêşiya dijmin hatiye birîn. Di heman rojê de hêzên me li helîkoptereke Kobra jî dane. Piştî lêdanê helîkoptera Kobra ji neçarî ji qadê derketiye.

Di 20’ê Hezîranê de saet di 15.00’an de hêzên me li yekîneyê dijmin ên li Girê Şehîd Sîpan dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di heman rojê de saet di navbera 22.30  û 23.30’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li qada Xantûr û Geliyê Pisaxa dane. Piştî lêdana balafirên şer helîkopteran xwestine têkevin qadê lê hêzên me li wan dane û helîkopter ji qadê vekişiyane. Derbarê van geşedanan dema agahî hatin bidestxistin wê bi raya giştî re were parvekirin.

Di 18’ê Hezîranê de bi şev balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada gundê Sergelê ya Amêdiya Duhokê bomberdûman kirine. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”