Li ser rêya Hesekê-Dêrazorê mayinek teqiya

Li ser rêya Hesekê-Dêrazorê mayinek bi sehrîca veguhastina sotemeniyê de teqiya. Di encamê de şêniyê bi navê Hesen Qerot birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Li ser rêya Hesekê-Dêrazorê mayinek teqiya
21 hezîran, 2020   10:03
HESEKÊ

Îro saet di 11:15’an de li ser rêya Dêrazor-Hesekê li nêzî bajarokê Ebdan mayinek bi sehrîca sotemeniyê de teqiya.

Di encama teqînê de ajokarê sehrîcê Hesen Qerot ê ji gundê Xeres ê Şedadê birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Hesekê.

Bajarokê Ebdan 50 km dûrî Şedadê ye.

(fr)

ANHA