Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê heqê fatoreyên genim dide

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê piştî wergirtina genim bi mehekê, dest bi dayîna heqê fatoreyên cotkaran kir.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê heqê fatoreyên genim dide
21 hezîran, 2020   09:44
KOBANÊ

Şîrketa Pêşxistinê ya Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê piştî mehekê ji wergirtina berhemên çandiniyê li navendên wergirtinê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ku hîn jî wergirtina hilberînan berdewam e, dest bi dayîna pereyên cotkaran kir.

Piştî Rêveberiya Xweser kîloya genim bi 17 centên amerîkî diyar kir, şîrketê rojên yekşem û çarşeman ji bo dayîna heqê fatoreyên cotkaran diyar kirin.

Cotkar li gorî nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar êvara beriya heqê fatoreyan hildin, fatoreyên xwe bi lîreyên Sûriyê werdigirin.

Tê payîn ku di rojên pêş de heqê ceh jî were dayîn.

Çavdêrên şîrketê diyar kir ku wan li herêma Firatê heta niha derdora 73 ton genim û 7 ton ceh wergirtiye.

(eh)

ANHA