‘Dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd ê ji bo azadiyê tê dikoşe, bişikîne’

Şêniyên Dêrikê bombebarana dewleta Tirk a li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker serî hilde.

‘Dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd ê ji bo azadiyê tê dikoşe, bişikîne’
‘Dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd ê ji bo azadiyê tê dikoşe, bişikîne’
‘Dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd ê ji bo azadiyê tê dikoşe, bişikîne’
‘Dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd ê ji bo azadiyê tê dikoşe, bişikîne’
‘Dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd ê ji bo azadiyê tê dikoşe, bişikîne’
‘Dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd ê ji bo azadiyê tê dikoşe, bişikîne’
‘Dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd ê ji bo azadiyê tê dikoşe, bişikîne’
21 hezîran, 2020   09:27
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê li kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Kongreya Star, ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinan a Ciwan herikîn Qada Azadî û beşdarî meşê bûn.

Xwepêşandêr ji qadê ber bi kolanên Dêrikê ve çûn, dirûşmên silavkirina şehîdan, şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û bombebarankirina hovane ya li dijî gundên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, hildan. Her wiha wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, alên ciwanên şoreşger û sembolên Kurdan hildan.

Xwepêşandêran, tevî tilîliyên dayikan, dirûşmên silavkirina berxwedana HPG’ê, YPG, YPJ û QSD’ê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berz kirin. Xwepêşandêran berê xwe da Qada Şehîdan û li wir deqeyekê rêz girt. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê endamê rêveber Îbrahîm Feqe axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nekarî û nikare vîna gelê Kurd ku di oxira azadî, rûmet û parastina çand û axa dîrokê de ciwanên pîroz dane, bişikîne."

Feqe wiha domand: "Hêzên li her çar parçeyên Kurdistanê destanên leheng, bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinivîsînin, ji lew re sozê didin hêzên xwe ku piştevanî û piştgiriyê heta pêkanîna serkeftinê pêşkêş bikin."

Li aliyekî din jî bi navê Yekitiya Jinan a Ciwan Azî Berçem wiha axivî: "Di vê merheleya dîrokî de ku herêmên me rastî kirêttirîn komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê tên, divê em yekitiya xwe xurt bikin û li dora hêzên xwe yên ku li hember hovanetirîn hêzên terorîst şer dikin, bin ku sûc li dijî gel û pêkhateyên herêmê pêk anîne."

Azî Berçem wiha domand: "Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinan a Ciwan dê têkoşîn û berxwedana xwe li hember dagirker û rêxistinên terorî ku hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin, bilind bikin.”

Xwepêşandan bi stranên şoreşgerî, tilîliyên dayik û dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="640" height="370" src="https://www.youtube.com/embed/EaW8eSCOjes" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>