Artêşa Yewnanistanê gef li Tirkiyê xwarin

Artêşa Yewnanistanê duh ragihand ku amade ye bersiva êrişên dewleta Tirk bide û diyar kir ku "Çi kesê lingê xwe derbasî xaka Yewnanistanê bike, em ê bişewitînin."

Artêşa Yewnanistanê gef li Tirkiyê xwarin
21 hezîran, 2020   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpereke nûçeyan a Yewnanistanê daxuyaniyên serokê desteya erkanê ya artêşa Yewnanistanê Constantius Florus ragihand ku dibe nakokiyên leşkerî bi Tirkiyê re çêbin heger Enqere xetên sor derbas bike.

Constantius Florus destnîşan kir ku nakokiyên leşkerî muhtemel e çêbin û tu kes nikare vê yekê dûr bixe û heger tiştekî wisa çêbe dê ne tenê li nuqteyekê be, lê belê dê berfireh bibe.

Constantius Florus diyar kir ku hêzên êrişî hêzên çekdar ên Yewnanistanê bikin, dê temenekî giranbuha bidin. Her wiha heger Yewnanistan rastî tu êrişan were Atîna dizane wê çê bike.

Wezîrê parastinê yê Yewnanistanê Nikos Panagiotopoulos ragihand ku Atîna amade ye ku her tiştî ji bo parastina mafên serokatiya xwe bike û di nav de xebata leşkerî li dijî Enqere jî.

(bx)