Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî banga serhildanê kir - HATE NÛKIRIN

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdistanê şermezar kirin û bang li hêzên Kurd û kurdistanî kir ku bibin yek. Her wiha bang li gelê Kurd ê li hundir û derveyî welêt kir ku têkoşîna xwe dewam bikin û ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk dakevin qadan.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî banga serhildanê kir - HATE NÛKIRIN
21 hezîran, 2020   08:48
QAMIŞLO

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) îro amadebûna endamên xwe bi civîneke çapemeniyê ku li navenda PYD`ê ya li bajarê Qamişloyê, daxuyaniyek têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker da raya giştî.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Ebd El-Xenî Omer û bi zimanê erebî ji aliyê Xunav Mele ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji destpêka 16`ê Hezîranê ve, bi awayekî sîstematîk û dijber ve, dewleta Tirk dest bi dagirkeriyekî hov kiriye, bi riya erd û ezmanî li ser Başûrê Kurdistanê dike bi armaca hedefkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û baregehên wê, lê tevahiya cîhanê dibîne ku bajar û bajarok tên armanc kirin û deverên sivîl ên bi ewle li Şengal û Mexmûr û gelek deverên din yên başûrê Kurdistanê, di encamê de gelek sivîl birîndarbûn û mal û milkên wan hatin hilwşandin di nav hewldanek eşkere de ku dagirkeriyê berfireh bike û berdewamiya siyasta sîstematîk ya qirkirna gelê me li her deverê jib o pêk anîna tiştênku DAIŞ`ê nikarîbû pêk bîne, bi binpêkirina hemû pîvan û zagonên navnetewyî.

Dagirkeriya heyî ya dewleta Tirk tê di rewşek tevlihev û hesas de ye ku herêm bi giştî tê re derbas dibe, her wiha di qonaxekî ku doza kurdî gihiştiye astên pêşketî bi saya berdêl û têkoşîna gelê me seranserî salên dirêj, ew bi dagirkeriya xwe dixwaze ku kiryarên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tîne temam bike, bi vê jî we şerekî vekirî radighîne li dijî Kurdan û doza wan û tekoşîna wan ya dîrokî jib o azadî, aştî û demokrasiyê diyar dike ku ew amade dike ku dagirkeeriya xwe berfireh bike da ku bighêje bajarê Silêmaniyê û herêmên wê, bi gefxwarina wî ku her kes ku alîkar be di yekitiya refa kurdî li rojavayê Kurdistanê ew bike hedef.

Em di Partiyên Yekitiye Nîştimanî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di dema ku em dagirkeriya faşîst şermezar dikin, em bang li gelê xwe dikin da ku têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bike û israr bike li ser prensîbên xwe di tekoşîna jib o azadiyê, her wiha em bang li gelê xwe dikin li çar parçeyên Kurdistanê û li derve bi yek helwestî berê xwe bidin qadan û dagirkeriyê qebûl nekin.

Her wiha em bang li hemû partî, tevger, hêzên siyasî yê n Kurdistanî her wiha rewşenbîr û rojnemevanan û hemû gelên me ku van êrişan eşkere bikin û rastiya armancên wê ji raya giştî ya cîhanê re zelal bikin.

Her wiha em bang li hemû dewletên Ereb û gelên wan da ku xeteriya planên Tirkiyê li hemû herêmê û hedefkirina wê ji berjewendiyê gelan re cidî bigirin berbiçav re derbas bikin ku yekitiya gelan û tekoşîna wan ya hevpar giringe jib o rawestandina dagirkeriya Tirk ya berfireh û komkirina li derdora herlwesta Yekitiya Ereban û hinek welatên kendavê ku ev dagirkerî û siyastên Tirkiyê red dikin, her wiha ev helwesta berpisyar wegerînin çalakiyek rastîn di foromên navdewletî.

Her wiha em bang li NATO’yê dikin ku Tirkiyê êrişên xwe bi çekên û amûrên wê pêk tîne her wiha bi giştî hêzên cîhanî û Yekitiya Ewropî ku kar bikin ku sînorekî ji Tirkiyê deynin li herêmê êrişên wê yên ne hiqûqîli ser gelê me li başûrê Kurdistanê, kêmkirina dijberiya wê û mudaxeleyên wê li Sûriyê, Iraq û Lîbiya û li herêma rojhilata Navîn bi giştî û wê berpisyar bikin encamên wê yak u wê li ser siyaset û hegemonyaya wê ya desthilatdar."  

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2JbPgcfin0w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>