Gerînendetiya Veguhastinê dest bi tomarkirina erebeyan kir

Gerînendetiya Veguhastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi nimrekirina erebe, sivikkirina risûm û rakirina bacan kir.

Gerînendetiya Veguhastinê dest bi tomarkirina erebeyan kir
21 hezîran, 2020   07:32
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekkirina qanûna tomarkirina erebeyan di 8’ê Hezîrana 2020’an de li 7 rêveberiyan de li gorî qanûna bi jimara /4/ ragihand, her wiha hevseroka Gerînendetiya Veguhastinê ya Herêma Cizîrê Dîlan Celal Hiso diyar kir ku li gorî qanûna nû ji 21’ê Hezîranê de piştî xebata tomarkirinê çend mehan rawestî, dest bi tomarkirina erebeyan kir.

Naveroka qanûna yekkirina tomarkirina erebeyan di navbera 7 rêveberiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 made ne. Her wiha Dîlan Celel Hiso aşkera kir ku lêçûna tomarkirina erebeyan sivik kirine û wiha got: "Dê li ser qanûna yekkirina erebeyan bixebitin, her wiha dê lêçûna tomarkirinê kêm bikin û bibe 60 hezar lîreyê Sûriyê û bac hatine rakirin."

Girêdayî heman mijarê, lêçûna tomarkirinê ji 20 hezar heta bi 175 hezarî dest pê dikir, ew jî li gorî cureyên erebeyê, lê niha 60 hezar lîreyî derbas nake.

Gerînendetiya Veguhastinê dema 15 rojan a temamkirina kaxizan diyar kir, her wiha dema mehekê jî ji bo derxistina erebeyên ne li gorî wesfên tê xwestin li herêmên Rêveberiya Xweser diyar kirin.

Têkildarî beşa erebeyên ku divê bên tomarkirin, Dîlan Celel Hiso da zanîn ku erebeyên sala 2000 û bi jor de hatine çêkirin, dikarin bên tomarkirin û wiha got: "Li gorî beş an jî çîna erebeyê heke giştî yan jî taybet be dê bên tomarkirin, ew jî li gorî cure û wesfên erebeyê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d_z0mVtiX0I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>