Bijîşkên Kobanê bê pere nexweşan derman dikin

Li bajarê Kobanê du bijîşkan ragihandin ku ew ê bê pere nexweşan pêşwazî bikin.

Bijîşkên Kobanê bê pere nexweşan derman dikin
20 hezîran, 2020   14:04
KOBANÊ

Ji ber daketina nirxê lîreyê Sûrî ya bi sedema ferzkirina Qanûna Qeyser  û mercên jiyanî yên dijwar, du bijîşkên bajarê Kobanê ragihandin ku ew ê bê pere pêşwazî nexweşan bikin.

Pisporê nexweşiyên hundirîn Dr. Elî Şahîn li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku ew e ji roja Şemiyê ve û heta dawiya vê mehê nexweşan li kilînka xwe pêşwazî bike û wan derman bike. Dr. Elî Şahîd got ji ber dijwariya rewşa jiyanî ya welatiyên Kobanê wî ev însyatîf ragihandiye.

Pisporê nexweşiyên jinan Dr. Neisan Ehmed jî  îro bû mêvan radiyoya "Kobanê FM" diyar kir ku ew ê 10 rojan ji dîroka 23'yê Hezîranê pêşwaziya nexweşan bike.

ANHA