Tirkiyê genimê herêmên dagirkirî yên Sûriyê talan dike

Çavkaniyan ji hundirê bajarê Girê Spî ragihand ku artêşa Tirk cotkaran neçar dike ku tonên genim derbasî Tirkiyê bikin.

Tirkiyê genimê herêmên dagirkirî yên Sûriyê talan dike
20 hezîran, 2020   12:33
KOBANÊ

Çavkaniyên ji tirsa girtinê navên xwe diyar nekirin, got ku di çarçoveya siyaseta tirkkirinê ya ku dewleta Tirk dide meşandin de, bi rêya "meclisa herêmê" şêniyan herêmê neçar dike ku nasnameyên xwe bi zimanê erebî û tirkî derxînin, da ku hilberînan bi rêya  malî veguhêzin û di demeke din de pereyan wergirin.

Dewleta Tirk şîrketa TMO a Tirkiyê ya veguhastina maliyê ji bo belgekirina navên cotkaran û tonên dê hinardeyî Tirkiyê bikin û paşê perayan wergirin, diyar kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her çiqasî lêçûna derxistina wan nasnameyan zêde be jî,  xelkê neçar dikin ku wan nasnameyan derxînin, da ku dexl û danan bi buhayekî pir erzan bifiroşin.

Beriya niha hin rapor hatibûn belavkirin ku tê de  hat behskirin ku artêşa Tirk heta du mehan hilberîna ceh ji Girê Spî derbasî Tirkiyê dikir û di depoya nivîsgeha hilberînên çandiniyê yên Tirkiyê de bi cih dikir.

Meclisa herêmî diyar kir ku hilberîna genimê  Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî nêzî milyonek tonî dike û Tirkiyê parekê jê dikire.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) di meha Çileyê de bi bîr xist ku artêşa Tirk ji depoyên Dehlîz û Sexrat ên Girê Spî derdora 20 hezar ton genim talan kirin û şandin depoyên Ruhayê(Urfa).

(eh)

ANHA