Li Efrînê şer, zarokek birîndar bû

Di navbera çeteyên Artêşa Îslamî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker û niştecihên ji Hemayê de şer derket, di encamê de zarokê bi navên Fewaz Ehmed ê ji gundê Til Deman ê Helebê birîndar bû.

Li Efrînê şer, zarokek birîndar bû
17 hezîran, 2020   11:50
ŞEHBA

Di navbera çeteyên Artêşa Îslamî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hin niştecihên ji bajarê Hemayê de, li gundê Tirindê yê kantona Efrînê şer derket, di encamê de zarokê bi navê Fewaz Ehmed (15) birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrînê, şer di navbera çeteyên Artêşa Îslamî û kesên ji bajarê Hemayê de derketiye û ji ber talankirina mal û dabeşkirina malan bû.

Çavakaniyan diyar kir ku gule li nêzî dilê Fewaz Ehmed ketiye û ew rakirin nexweşxaneyeke li Tirkiyê. Malbata Fewaz Ehmed ji 2013’an de koçberî bajarê Efrînê bûye.

ANHA