Rêveberiya Jinan a Reqayê li dijî sûcên dewleta Tirk çalakiyek li dar xist

Bi armanca piştgiriya jinên Şengalê û kampa Mexmûrê, Rêveberiya Jinan a Reqayê bi daxuyaniyekê bang li dewletên cîhanê kir ku sûcên dewlet Tirk ên li dijî Rojhilata Navîn pêk tîne, bisekinînin.

Rêveberiya Jinan a Reqayê li dijî sûcên dewleta Tirk çalakiyek li dar xist
Rêveberiya Jinan a Reqayê li dijî sûcên dewleta Tirk çalakiyek li dar xist
Rêveberiya Jinan a Reqayê li dijî sûcên dewleta Tirk çalakiyek li dar xist
17 hezîran, 2020   11:48
REQA

Hîn jî gel li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Sûriyê, Lîbyayê û Şengal û Mexmûrê yên başûrê Kurdistanê disekine.

Bi sedan jinên ji Reqa û gundewarên wê li yarîgeha Reqayê kom bûn. Beşdaran pankartên "Ji qirkirina gelê Idlib, Efrîn, Şengal û Mexmûrê re êdî bes e","Jina Reqayî ji bo azadiya jina efrînî serî hildide","Ka wijdanê navneteweyî, çima li ber sûcên Edogan ên li dijî jinên Rojhilata Navîn pêk tîne, bê deng e" rakirin.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Rêveberiya Jinan a Reqayê der barê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê de şanoyek pêşkêş kir. Piştî şanoyê ji Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Em îro bi navê jinên Reqayê li hev kom bûne û li dijî sûcên hikumeta Tirkiyê ên li dijî gelê bakurê Iraqê, her wiha herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine, disekinin. Jinên Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê disekinin û piştgiriya xwe ji  bo jinên zehmetiya zilma Tirkiyê û çeteyên wê dikişînin, nîşan didin.”

(eh)

ANHA