Ciwanên Eyn Îsayê: Divê civaka navneteweyî li dijî sûcên dewleta Tirk tev bigere

Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk  û çeteyên wê yên qetilkirina sivîlan û talankirina mal û milkên wan şermezar kirin. Her wiha bang li civaka naventeweyî kirin ku zextê li Tirkiyê bike da ku sûcên li dijî sivîlan bisekinîne.

Ciwanên Eyn Îsayê: Divê civaka navneteweyî li dijî sûcên dewleta Tirk tev bigere
17 hezîran, 2020   10:31
EYN ÎSA

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Eyn Îsayê Elî Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî ji girtina bêserûber a sivîlan, şewitandin û talankirina zeviyên şêniyan, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike ku sûcên li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî bisekinîne, dagirker û çeteyan ji wan herêman derxe.

Her wiha bang li dewletên Ereban û îslamî hat kirin ku ji bêdengiya xwe li hember sûcên li dijî pêkhtkeyên gelê Sûriyê ji qetilkirina sivîl, zarok û jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li beramberî çavên tevahî cîhanê, derkeve.

Her wiha hate diyarkirin ku çete û artêşa Tirk a dagirker li kantona Girê Spî,  genim û ceh ber bi Tirkiyê ve dişînin û berpirsê vê yekê çeteyê bi navê Husên Ebû Ehmed ê ji bajarê Cerablusê ye.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rZRneB4eHeo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>