Bendên Peymana Dihokê

Şandeya Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî û ENKS’ê diyar kir ku Peymana Dihokê ya 2014’an a der barê hevpariya rêveberî û parastinê de bingeha berdewama diyalog û dan û standinên her du şandeyan e. Gelo bendên Peymana Dihokê çi ne?

Bendên Peymana Dihokê
17 hezîran, 2020   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN –EHMED MIHEMED

Li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê di Cotmeha 2014’an de rêzecivînên aliyên Kurd ji TEV-DEM û ENKS’ê çêbûn. Rêzecivînan 8 rojan dom kir; 14’ê Cotmehê dest pê kir û 22’yê heman mehê bi ‘Peymana Dihokê’ bi dawî bû.

Di wê civînê de, li ser nûnertiya TEV-DEM’ê ya ji sedî 40, ya ENKS’ê ji sedî 40 û ya partî û hêzên ku tev li her du aliyên siyasî nebûne ji sedî 20, hat lihevkirin. Piştre li ser hejmara lêvegerê ya 32 kesî hat lihevkirin, jê 12 ji TEV-DEM’ê, 12 ji ENKS’ê û 8 ji hêzên siyasî ji derveyên TEV-DEM û ENKS`ê bikin.

Li gorî peymanê, girîngiya vê lêvegerê nexşekirina stratejiya giştî, sepandina yek helwestê, avakirina hevpariya aktîf di desteyên Rêveberiya Xweser de û gavên ber bi yekitiya siyasî, rêveberî û beşdariya tevahî pêkhateyên din ve ye.

Li gorî ku ji raya giştî û çapemeniyê re hatiye ragihandin, 3 bendên sereke yên peymanê wiha ne:

1- Lêvegera Siyasî ya Kurd: Avakirina lêvegera siyasî ji du çaroveyan e; ji  TEV-DEM û ENKS’ê û ji partî û saziyên civakî yên ji derveyî TEV-DEM û ENKS`ê.

2- Rêveberiya Xweser a Demokratîk: Çawaniya tevlêbûna partiyên ENKS’ê li Rêveberiya Xweser a Demokratîk piştî avakirina komîteya hevbeş a ji lêvegerê ji bo pêkanîna diyalogan bi rêveberiya heyî re der barê hin guhartinên li gorî heyvpeymana civakî û belgeyên rêveberiyê da ku hevpariya aktîf tê de û di desteyên girêdayî wê de çêbe, her wiha forma niha ya rêveberiya herêmên Kurd ber bi yekitiya siyasî û rêveberiyê ve bi pêş bikevin û xebatê ji bo belgekirina nûnertiya tevahî pêkhateyên dîtir pêk bînin.

3- Parastin û Xweparastin: Dîtina mekanîzmayan bi rêya hebûna yekîneyên leşkerî ya ENKS’ê (heke hebin) ku bi erkên xwe ya parastina Rojava rabin. Ew jî bi rêya komîteya hevbeş a ji lêvegera Kurd hatiye avakirin. Lê divê zêdetirî hêzeke leşkerî li Rojava tune be, divê tenê hêzeke leşkerî ya yek a girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk hebe.

(fr)

ANHA