Rojnameyeke Scotlandê: Qirkirina etnîk ji hêla Tirkiyê ve berdewam e û cîhan bê deng e

Bi bêdengiya navneteweyî re, dewleta Tirk siyasetên qirkirina etnîk û îmhakirina nasnameya Kurd bi rêya hedefgirtina nexweşxane û civakên ewle ku di vê dawiyê de ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, didomîne.

Rojnameyeke Scotlandê: Qirkirina etnîk ji hêla Tirkiyê ve berdewam e û cîhan bê deng e
17 hezîran, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The National a Scotlandê li ser sûcên Tirkiyê yên dijminane li dijî gelê Kurd nivîsand û wiha tê de hat gotin: "Şeva yekşemê endameke NATO’yê 20 balafirên şer şandin ku dewleta cîranê wê bombebaran bike û li hemberî wê tu bertekên navneteweyî derneketin. Her wiha dewleta Tirk bi awayekî bênavber hewl dide bi rêya êrişên hovane yên zêde li hundir û derveyî Tirkiyê nasnameya Kurdan qir bike." 

Heta di dema ku NY’yê banga rawestandina tevahî şeran bi sedema berbelavbûna Koronavîrusê li herêmê kir, dewleta Tirk dagirkerî û sûcên qirkirina etnîkî li bakurê Sûriyê domandin, her wiha herêmên Kurd li bakurê Iraqê bombebaran kirin.

Hedefên şeva yekşemê jî, herêma derdora kampa Mexmûr a koçbaran bû ku tê de kurdên ji zilma dewleta Tirk di salên 90’î yên sedsala borî de revîne. Li pêş çav û guhê NY’yê bombebaran kir. Her wiha herêma Şengalê ku tê de êzidî hene bombebaran kir. Meclisa Êzidî ya Şengalê wiha got: "Di şevekê de Tirkiyê welatiyên ji qirkirina komkujî ya 8 caran rizgar bûne, bombebaran kirin, her wiha nexweşxane bimebest hat bombebarankirin. Heta kengî dê bihêlin Tirkiyê sûcên kuştinê pêk bîne? Gelo dê DYA’yê û endamên YE’yê Tirkiyê ji kuştina me bisekinîne? Çi sûd ji têkbirina DAIŞ’ê heye, heke dihêlin Tirkiyê me bikuje?"

Ne ji sudfeyê ye ku bi vê êrişê re xwepêşandaneke mezin li Tirkiyê ji hêla HDP’ê ve li dijî têkbirina demokrasî, tecrîd û girtina hevserokên şaredarî û parlamenteran pêk were.

Ev jî nîşane ye ku li gel dewleta Tirk dema ji siyaseta destûr û dan û standinên aştiyê re nîn e, ew girîgniyê dide ferzkirina hêza bizorê. Tirkiyê her tim ji cezayê rizgar dibe. Ji ber dewletên dîtir tu tiştî li hember sûcên Enqereyê nakin, dewlet dikarin qedexeya asîmanî li herêmê ferz bikin. Lê belê ji dêvla wê girêbestên bazirganî pêk tînin û ji Tirkiyê çekan dişînin.

Rojnameyê bang li hikumeta Scotland û Brîtanyayê kir ku helwesteke cidî bigirin.

(fr)