Niyaz Hamîd: Plana êrişan bi hevkariya PDK, agahdariya Iraq, Amerîka û Rûsyayê pêk hat

Niyaz Hamîd destnîşan kir ku qada parastina hewayî ya Iraqê di destê Amerîkayê de ye û ji balafirên dewleta Tirk re rê vekir û got “Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir, plana êrişan bi hevkariya PDK, agahdariya Iraq, Amerîka û Rûsyayê pêk hat.”

Niyaz Hamîd: Plana êrişan bi hevkariya PDK, agahdariya Iraq, Amerîka û Rûsyayê pêk hat
17 hezîran, 2020   04:03
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Pisporê siyaset û Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê  ji ANHA’yê re nirxandin û got: “Divê dewleta Iraqê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser erdnîgariya Iraqê bide.”

Hamîd got bi erêkirina Rûsyayê êriş pêk hatin, ji ber wê wezîrê parastinê û wezîrê karên dervê yên Rûsyayê serdana Tirkiyê nekir û got: “Bi serlênedanê re nexwestin ev bûyer li ser wan bimîne. Di planên Rûs û Tirkan de bazareke qirêjî heye. Hewl didin bazara xwe li ser gelê herêmê pêk bînin. Demek e ku serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî serweriya Iraqê dike û êriş pêk hatin. Hemû qanûnên Iraqê hatin binpêkirin. Bi van êrişan re bersivek hişk dan Kazimî jî.  Kazimî dixwaze parastina sînorê Iraqê bike. Kazimî her destwerdana Îran û Tirkiyê li ser Iraqê sedema aloziya yekem dibîne. Ev êriş hem li ser gelê Kurd hem jî li ser avakirina hikumeteke nû ya Iraqê ye. Xebatên yekitiyê ku li Rojavayê Kurdistanê tên meşandin û ENKS berê xwe da Başûrê Kurdistanê, ev gav dihatin avêtin. Ji bo xebatên yekitiyê têk bibin, yekser yekitiyê dikin hedef.”

‘PDK HEVKAR, AMERÎKA Û IRAQ JÎ AGAHDAR BÛN’

Hamîd diyar kir ku beriya niha bi serdana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê, êriş hat plankirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker plan kir ku her noqteyeke ku berxwedan lê hebe bombebaran bike. Li kampa Mexmûrê û Şengal û warên berxwedanê Xakûrk, Zap, Qendîlê dewleta Tirk a dagirker her bersiva binpêkirina dagirkeriyê û berdewamkirina têkoşînê digire. Bi hevkariya PDK’ê, agahdariya dewleta Iraqê û Amerîkayê êriş hatin kirin. Qadan parastina hewayî ya Iraqê di destê Amerîkayê de ye ku ji balafirên şer ên dewleta Tirk re rê vekir.”

Hamîd diyar kir ku divê dewleta Iraqê jî aliyê xwe hilbijêre ku cografyaya Iraqê tê topbarankirin, bersiva êrişan hebe û li dijî dagirkeriyê jî gel li her derê nerazîbûna xwe nîşan bike.

Niyaz Hamîd bal kişand ser êrişan û got: Dagirker dixwest planên xwe bi rêya DAIŞ’ê li herêmê pêk bînê lê gerîla û şervanan ev planên wan bi bin xistin."

‘ÇAPEMENIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ XIZMETA DAGIRKERAN DIKE’

Hamîd têkildarî nêzîkatiya çapameniya Başûr a li hember êrişan got: “Çapemeniya Başûr heman zimanê şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker bi kar tîne. Di nûçeyên wan de derbas dibe ku noqtêyên PKK’ê bomberbaan kirine lê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, nexweşxane û kampa Şengalê, gelê sivîl lê heye. Êrişî sivîlan dikin lê çapemeniya Başûr propagandaya êrişan dike û dixwaze êrişên hovanê rewa bike. Gelê me li her çar perçeyên Kurdistanê rastî êrişan tê, ev nûçeyên wan xizmeta dijminên dagirker dike.”

ANHA