Şehîdê YPG‘ê Yelmaz Cizîr li Dêrikê hate veşartin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şervanê YPG‘ê Yûsif Terkîn li goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê. Di merasîmê de nasnameyên du şehîdên QSD‘ê hatin eşkerekirin.

Şehîdê YPG‘ê Yelmaz Cizîr li Dêrikê hate veşartin
Şehîdê YPG‘ê Yelmaz Cizîr li Dêrikê hate veşartin
Şehîdê YPG‘ê Yelmaz Cizîr li Dêrikê hate veşartin
Şehîdê YPG‘ê Yelmaz Cizîr li Dêrikê hate veşartin
Şehîdê YPG‘ê Yelmaz Cizîr li Dêrikê hate veşartin
Şehîdê YPG‘ê Yelmaz Cizîr li Dêrikê hate veşartin
16 hezîran, 2020   17:59
QAMIŞLO

Bi tevlêbûna bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şervanê YPG‘ê Yûsif Terkîn (Yelmaz Cizîr) li goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdên QSD‘ê Abdullah Kotlo (Tolhildan Xwînrij) û Burhan Yorgan (Dijwar Gever) eşkere kir.

Şêniyan hezaran cenazeyê şehîd Yelmaz Cizîr ji pêşiya nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtin endamê Rêveber ê PYD‘ê Salih Dêrik axivî û got: "Di kesayeta van şehîdan de em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û serxaxî ji malbatên wan re dixwazin. Pêvajoya heyî ya ku Kurdistanê tê re derbas dibe yekitiya li hemberî faşîzma dewleta Tirk û çeteyên wê dixwaze."

Ji fermandarên YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê jî axivî û got: "Di vê pêvajoyê de ya ku herêmê tê re derbas dibe ji me tê xwestin ku erka xwe bi cih bînin û li ser xeta şehîdan bimeşin ta armancên wan bi cih bînin."

Di berdewama merasîmê de bi navê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Şêx Sînan Seydûş banga xwedîdkertina li nirx û destkeftiyên şehîdan kir.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatên şehîdan soz dan ku ew ê xeta şehîdan bişopînin.

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyê şehîd Yelmaz di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA