Encûmena Ciwanên Kurd li Rojava encamê komxebat xwe ragihandin

Encûmena Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê encamên komxebata xwe ya têkildarî yekitiya partiyên siyasî ên li Rojavayê Kurdistanê ragihandin.

Encûmena Ciwanên Kurd li Rojava encamê komxebat xwe ragihandin
16 hezîran, 2020   17:28
QAMIŞLO

Daxuyanî bi amedebûna nûnerên ciwanên partiyên Kurd ên di bin sîwana Encûmena Ciwanên Kurd li Rojava û Tevgera Ciwanên Şoreşger, Encûmena Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê  li parke xwendinê ya bajarê Qamişlo hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê endamê Encûmena Ciwanên Kurd li Rojava Nasir Efrîn ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Wekî tê zanîn di dîroka 13.03.2020‘an de me komxebateke ji bo yekrêziya partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê li dar xist, di komxebatê de partî û rêxistinên ciwana amade bûn. Gelek encam ji wê komxebatê derketin ku gavên erênî ji bi yekrêziya partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bavêjin , encamnemaya me jî wisa ye:

"Ji bo amadekirina vê komxebatê komîteyeke amadekar ji endamên encûmenê hat avakirin. Komîteyê yekser dest bi karê xwe, sîstema ku komxebat li ser wê bimeşe ji aliyê komîteya amadekar ve hat amadekirin ku hemû mijarên girêdayî yekitiya neteweyî wek girîngî û wateya yekîtî, pêşengtî û barê ku dikeve ser milê ciwanan. Her wiha pirsgirêkên ku nahêlin ev yekîtî pêk were di nav xwe de bihewîne û wek belavok hat amadekirin û ji bo pêkhateyê hat xwendin. Dîsan komîteyek hate avakirin da ku hevdîtinê bi paratiyan re bike, ev komîte serdana piraniya parastiyan kirin. Heta hevdîtin bi partiyên ENKS‘ê re pêk anîn lê belê ew pir bi tirs nêz bûn. Di encamê de beşdar nebûn, her wiha ji derveyî ENKS`ê, Partiya Yekîtî (El Wihdê) û Partiya Pêşverû hemû Partî beşdar bûn.

Di komxebatê de zêdeyî 150 delegeyan amade bûn. Komxebat bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre axaftina Dr. Nûrî Dêrsimî ya derbarê ciwanan de hate kirin û axaftina KNK‘ê jî hate kirin.

Mijarên sereke ku hatin nîqaşkinin girêdayî ku çima ta niha yekîtiya netewî çênebû ye?, mijar an jî kesên ku li pêşiya wê dibin bend kî ne?, çima ev pendan ne hatin derbaskirin? û erka ciwanan di pêkanîna yekîtiya netewî çawa ye? û gavên ku pîwîste werin avêtin ji aliya ciwanan?.

Gelek nîqaşên girîng di van mijaran de hatin kirin. Komxebat hetanî saet 5`ê êvarî dewam kir û bi encmnameyekê hat qedandin.

Her wiha di dema dawiyê de gelek bûyerên nepaqij û qirker ji aliya dewleta faşîst ya Tirk  ve hatin pêkanîna. Ya herî bi êş bûyera şehadeta rêhevalê azadiyê, têkoşerê mirovahiyê yê ku xwedê rolekî mezin di şoreşa Kurdistanê de lîst û yek ji pêşengên gelê Kurd şehîd Qasim Engîn e.

Dijminê gelê Kurd di hewldanên xwe yên qirkirin û îmhakirina gelê Kurd de berdewam e. Herî dawî jî berî du rojan êrîşî çiyayên Başûrê Kurdistanê wek Şengal , Mexmûr û Zapê kir, weke her car bi navê parastina ewlehiya netewî ya Tirkiyê êrîşa xwe pêk anîn. lê rastiya van planan êdî ji her kesî re xuya ye  ku daxwaze nefsa dawiyê ya gelê Kurd bi êrîşkirina PKK û hewaldana tunekirina wê bistînin.

Em wek Encûmna Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê komxebata xwe diyarî hemî azadxwazan dikin û bi hêv îne ku bikeve xizmeta yekrêziya partiyên kurdî de. Em êrîşên dewleta faşîst a Tirk lenet û şermazar dikin û ji hemû gelê kurd hêvî dikin ku li dijî van êrîşan biskinin ji ber ev êrîşan ne tenê kesyeta partiyek an jî rêxistineke digire dest lê hemû gelê kurd digire nav xwe".

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UWmfkLndYvA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>