Meclisa Sivîl a Dêrazorê li giliyên gel guhdar kir

Li ser daxwazên şêx û rûspiyên êlan Meclisa Sivîl a Dêrazorê civînek ji tevahiya hevserokên şaredariyan û komîteyên girêdayî wê û endamên rêveber ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re çêkir da ku rewşên herêmê ji tevahiya aliyan ve nîqaş bikin.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê li giliyên gel guhdar kir
Meclisa Sivîl a Dêrazorê li giliyên gel guhdar kir
Meclisa Sivîl a Dêrazorê li giliyên gel guhdar kir
16 hezîran, 2020   17:07
DÊRAZOR

Civîn li hola civînan a avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li herêma El-Mamêl(Kargehan) li dar ket. Hevserokên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, cigîr û serokên komîteyên malî, xizmetguzarî, aborî, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Nivîsgeha Têkiliyên Giştî tev li civînê bûn. Her wiha Meclisa Êlên El-Bû Kemal, Şêx Êla El-Bû Herdan, şêx û rûspiyên êlên gundewarê rojhilat, Ebdulrehman El-Dixêfic endamê Meclisa Qanûnsaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînê de beşdar bûn.

Di destpêka civînê de hevserokê Meclisa Dêrazorê Xesan El-Yûsif axivî û destpêkirina hemleya li dijî fesadî li ser tevahiya waran destnîşan kir û diyar kir ku xebatên wan ji bo peydakirina derfetan ji şêniyan re berdewam in. El-Yûsif bang kir ku  komîteyên nû ji şêniyan werin avakirin da ku xebatên têne meşandin bişopîne, her wiha bal kişand ser ku dosyaya Sûriyê di qonaxên xwe yên dawîn de ye û herêm a herî ewle ye ji ber wê divê kesên kêmasiyan dikin bêne muhesebekirin.

Şêx û rûspiyên beşdar gelek daxwaz li ser tevahiya astan xwestin; meşandina xebatên lezgîn, restorekirina stasyonên ava vexwarinê yên ku hatine rawestandin, vedîtina çareseriyên lezgîn ji pirsgirêkên çandiniyê re, çavdêrkirina firinan, kontrolkirina ewlehiyê li herêmê bi rêya hêzên parastina ewlehiyê yên pirspor, piştgiriya rêbazên jiyanê, aktîvkirina navendên tenduristiyê, çalakkirina rola kesên ji derveyî tên û tê de bi cih dibin û zêdekirina  mûçeyên karmendên saziyên sivîl.

Hevserokê Komîteya Xizmetguzarî û endamên rêveber destnîşan kirin ku projeyên ku ji hêla hevserokên şaredariyan ve têne pêşkêşkirin, têne erêkirin. Heta niha 10 erebeyên agirkujiyê hatin peydakirin û belavkirin. Lewra li gorî sala borî qezeyên şewatan kêm in. 10 diraktor û gelek amûrên xizmetguzarî ji Hecîn û gundên wê re hatin kirin. Firinek li Baxozê hate avakirin.

Endaman anî ziman ku xebatên kehrebe û avê ji ber wêraniya heyî di şevek û rojekê de bidawî nabin. Ji bo pêkanîna wan projeyan budceyek hate xwestin.

Her wiha diyar kirin ku ard tê dizîn û hinek aş rêjeyek ji ard dibin. Lê xwediyên firinan di vî warî de gilî nekirin gelo sedem çi ye? Endaman zelal kir ku ew hewl didin qanûna firinan aktîf bikin, her muxelefeyek dê li gorî asta wê were cezakirin. Endaman destnîşan kir ku pirsgirêka firnan dê bi xebitandina aşa navendî çareser bibe.

Mudirê avê yê gundewarê rojhilat Ehmed El-Elî di nav gotinên xwe de got: "Em hewl didin bi rêya rêxistinan stasyonên avê restore bikin jê yekîneya ava Firatê. Her wiha em projeyek stratejîk ji bo stasyona El-Kişkiye dinirxînin û xebatên gihandina kehrebeyê ji stasyonên avê re dimeşînin. Her wiha xebat ji bo restorekirina stasyonên biçûk li gundewarê rojhilat berdewam in."

Xesan El-Yusif îşaretpê kir ku hinek reftariyên şaş ên hinek endamên rêveber çêdibin. Hinek bi zanabûn e, hinek din jî fesadî ye û hinekî ji ber tunebûna tecrubeyê ye. El-Yusif got: "Ji bo restorekirina binesaziya herêmê 12 milyar lîreya Sûriyê hatiye veqetandin. Gelek proje ji ber Koronavîrusê hatin rawestandin. "

El-Yusif diyar kir ku di demek bê de dê mûçe zêde bibe û dê projeya toreya kanalîzasyonê bi lêçûna 260 hezar dolar li Hecîn, Şafa û El-Sûse pêk were.

El-Yusif got divê dadgeh li herêma rojhilata bêne aktîfkirin. Her wiha diyar kir ku 119 firin hatine vekirin û mazot baş bûye.

Endamê Meclisa Êlên El-Bû Kemal Sabit El-Hemade behsa ne aramiya herêmê kir û diyar kir ku ev ne aramî ji ber gelek cezayan û pêkanîna qanûna qeyser li herêmê çêbûye ji ber wê bang li Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî û hêzên derve kir ku çareseriyek siyasî aştiyane bibînin.

Li aliyekî din endamê Meclisa Êlên El-Bû Kemal Saib El-Hesen El-Elî got divê rewşa çandiniyê li herêmê pêş keve û lêçûnên wê bê pere werin pêşkêşkirin da ku çandinî pêş keve.

Beşdaran banga vekirina navenda tenduristiyê li gundê El-Bû Bedran, piştgiriya warê perwerdeyê û restorkirina dibistanan kirin.

Daxwazên beşdaran hatin belgekirin da ku werin lêkolînkirin. Hate gotin ku dê komîteyek were avakirina da ku tevahî qadên xizmetguzarî bişopîne û pêwîstiyên civakî bicih bîne.

ANHA