Hêzên hikumeta Sûriyê li Siwêdayê 10 xwepêşandêr girtin

Bi dehan alîgirên hikumeta Sûriyê êrişî xwepêşandêrên li Siwêdayê kir, ji ber ku wan li dijî rejîmê xwepêşandan li dar xist û daxwaza hilweşandina rejîmê kir. Her wiha hêzên rejîmê zêdetirî 10 xwepêşandêr girtin.

Hêzên hikumeta Sûriyê li Siwêdayê 10 xwepêşandêr girtin
15 hezîran, 2020   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) daxuyand ku hêzên rejîmê û hêzên girêdayî wê zêdetirî 10 xwepêşandêr girtin, ji ber ku li dijî rejîma Sûriyê li bajarê Siwêdayê daketin qadan.

SOHR’ê diyar kir ku beriya niha bi dehan şêniyên Siwêdayî li pêş Qada Seyr a li bajêr xwepêşandanek bi daxwaza rakirina serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed û hilweşîna rejîma wî li dar xist, her wiha daxwaza serbestberdana girtiyan kir.

Bi dehan alîgirên rejîmê li nêzî wê xwepêşandanê meşeke ji bo piştevaniya rejîmê li dar xist. Her wiha li gorî SOHR’ê alîgirên rejîmê bi mebest êrişî xwepêşandêran kir. Di encamê de gelek birîndar çêbûn, li gel wê jî hêzên hikumeta Sûriyê ji serê sibehê ve li bajarê Siwêdayê belav bûne.

Di demên dawîn de gelek şêniyên Siwêda û Deraayê bi daxwaza hilweşandina rejîma Sûriyê xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandan ji ber rewşa aborî ya dijwar li tevahî Sûriyê û bihabûna madeyên bingehîn, li dar ketin.

(fr)