'Em li hemberî êrişên artêşa Tirk bê deng namînin'

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd Reşo diyar kir ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û herêmên Rojava, projeya demokratîk û wekheviya di navbera pêkhateyan de dikin armanc. Reşo da zanîn ku ew ê li hemberî sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin.

'Em li hemberî êrişên artêşa Tirk bê deng namînin'
15 hezîran, 2020   11:18
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-COZA ÎBARAHÎM

Duh bi şev balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker Şengal, kampa Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Têkildarî bombebarana artêşa Tirk endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd Reşo got şêniyên Şengalê piştî çeteyên DAIŞ`ê têk çûn, bi hêvî bûn ku li cîwarên xwe vegerin lê artêşa Tirk careke din herêmên başûrê Kurdistanê kirin armanc, rasterast sivîlan dike armanc û komkujiyan pêk tîne.

'HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ BÊ DENG E'

Mehmûd Reşo diyar kir ku Şengal û Mexmûr dikevin başûrê Kurdistanê, lê tevî êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê jî hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumeta navendî ya Iraqê û saziyên mafên mirovan bê deng in.

Mehmûd Reşo destnîşan kir ku pêkhateya êzidî ya li Başûrê Kurdistanê û Rojava dê êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêman şermezar bikin.

Tê zanîn ku piştî dewleta Tirk di salên 90`î de êrişî bajar û gundên Bakurê Kurdistanê kir, derdora 12 hezar welatiyên ji Bakur, li kampa Mexmûrê ya Şehîd Rustem Cudî bi cih bûn.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YTKqV5C6jGA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>