Şêniyên Tebqayê sersaxiya malbata Şehîd Ehmed Ecac kir

Bi dehan saziyên sivîl û leşkerî sersaxiya malbata şehîd Ehmed Ecac ê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê kir.

Şêniyên Tebqayê sersaxiya malbata Şehîd Ehmed Ecac kir
15 hezîran, 2020   11:39
TEBQA

Di merasîmê de bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên komîte, gerînendetiyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, gelek fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê beşdarî konê sersaxiyê ya li gundê Gidêran ê gundewarê rojhilatê Tebqayê hatiye vedan, bûn.

Her wiha şêniyan sersaxiya malbata şehîd kir û piştrast kir ku nameya van şehîdan pêkhate û etnîk li ser vê xakê kirin yek, da ku projeya mirovî anku projeya neteweya demokratîk ku fikra her azad û têkoşerekî li ser vê xakê disepîne, biparêze.

Hevrêyên wî soza bilindkirina têkoşînê li hember dagirkeran da, ku gelê bi hezaran şehîd daye biparêzin.

Şehîd Ehmed Ecac(Ehmed) di 11’ê vê mehê de di dema pêkanîna erka xwe li bajarokê Curniyê ya l gundewarê bakurê rojavayê Tebqayê de dikir, gihişt asta şehadetê.

(fr)

ANHA