Çeteyan li Efrînê kesek gulebaran kir

Şêniyê bi navê Ş.E. li kantona Efrînê red kir ku bi çeteyên Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker re bixebite, hat gulebarankirin.

Çeteyan li Efrînê kesek gulebaran kir
15 hezîran, 2020   11:03
ŞEHBA

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihand ku duh çeteyên Firqet Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Ş.E. gulebaran kir û di encamê de ji zik û lingê xwe birîndar bû.

Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî ku Ş.E. red kir ku di navenda çeteyên Hemzat de bixebite, navendê paqij bike û xwarinê ji wan re çêke, tevî 3 kesên dîtir ji heman gundî hat gulebarankirin.

Şêniyan Ş.E. rakir nexweşxaneya Ezazê û rewşa wî giran e. Ş.E. (37) ji gundê Şingêlê yê navçeya Raco ye.

(fr)

ANHA