Amerîkayê banga dirêjkirina dema qedexeya şandina çekan ji Îranê re kir

Îro DYA`yê reşnivîseke nû pêşkêşî Meclisa Ewlehiyê kir, proje ji rêzebiryar û tedbîrên têkildarî berteka Îranê li herêmê û êrişên herêmî pêk tê.

Amerîkayê banga dirêjkirina dema qedexeya şandina çekan ji Îranê re kir
15 hezîran, 2020   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêzebiryarên hatine pêşkêşkirin ev in; Divê  dewlet ne çekan bifiroşe û ne jî bişîne Îranê, qedexe yan jî veguhastina Îranê ji çekan re, divê li gorî pîvanên navdewletî kel û pelên bazirganan an jî yên derbasî Îranê bibin werin kontrolkirin, divê dewletên endam keştiyên Îranê desteser bikin û heke keştî karên di nava navneteweyî de qedexe dike divê were teqandin.

Reşnivîsa projeya biryarên Amerîkayê ya têkildarî kar û barên Îranê di madeya heftemîn a hevpeymanê de hatiye diyarkirin di heman demê ji aliyê her sê dewletên endamên Meclisa Ewlehiyê Brîtanyayê, Fransa û DYA`yê tê nîqaşkirin û Washingtonê jî dixwaze berî her kesî pêşkêşî Rûsya û Çînê bike paşê pêşkêşî endamên Meclisa Ewlehiyê bike.

Tê payîn ku di nav çend rojên pêş de ev yek were pêkanîn û dê ev dan û standin zêde zehmet bin û jixwe ev e ya ku alî li ser li hev dikin.

Beriya niha Washingtonê têkildarî vê yekê reşnivîsk ji Rûsyayê re şandibû lê dîplomatan roja yekşema derbasbûyî li New Yorkê gotibûn ku reşnivîsa dawîn ji reşnivîsên berê tuntir e.

Wezîrê Karê Derve Mik Pompeo der barê dirêjkirina dema qedexeya şandina çekdan a ku NY`yê li dijî Îranê ferz kiribû nerehetiya xwe anî ziman û diyar kir ku Washington ji bo armancaên xwe qezenc bike ev plan danîye.

Wezîrê karê dervbe yê Amerîkayê bal kişand ser biryara qedexeya şandina çekan a ku NY`yê li dijî Îranê ferz kiriye û li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2231 dê 18’ê Cotmehê bi dawî bibe û got: "Rûsya dikare ji îro ve aliyatan bifiroşe Îranê, ji ber ew li vê ferzendê digerin her wiha Çînê jî dikare tankan bifiroşe Îranê, ez di wê bawriyê de me ku bi vî rêbazî dixwazin pereyan qezenc bikin lê em jî xwedan plan in û dê vê yekê asteng bike."

Di mehên dawîn de rayedarên Amerîkayê dubare têkildarî biryara qedexeya şandina çekan nerehetiya xwe anîn ziman.

Sekretêrê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî hişyariya dirêjkirina dema qedexeya şandina çekan kiribû, ji ber hevpeymana Tehranê ya nukllerî ya bi hêzên cîhanê re dê ber bi cehenemê ve biçe.

(eh)