Meclisa Jinan a  Tebqayê yekem dewreya perwerdekirinê vekir

Meclisa Jinan a herêma Tebqayê ji bo pêşxistina endaman ji aliyê fikirî û rêxistinî ve, dewreyeke bi navê şehîd Adara Haron vekir da ku rêveber û endamên ku di buro û Meclisên Jinan de kar dikin, perwerde bikin.

Meclisa Jinan a  Tebqayê yekem dewreya perwerdekirinê vekir
Meclisa Jinan a  Tebqayê yekem dewreya perwerdekirinê vekir
Meclisa Jinan a  Tebqayê yekem dewreya perwerdekirinê vekir
Meclisa Jinan a  Tebqayê yekem dewreya perwerdekirinê vekir
15 hezîran, 2020   11:06
TEBQA

15 rêveber ji gelek buro û Meclisên Jinan ên Tebqayê û gundewarên wê  beşdarî vê perwerdeyê bûn û di destpêkirina vê perwerdeyê de endama MSD’ê Delal Derwîş û rêveberên buroyên jinan di Deste û Saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokrat li Herêma Tebqayê de ,amade bûn.

Delal Derwîş destpêkirina perwerdeya yekem pîroz kir û wiha axivî: "Em her tim dixwazin rola jinan di civakê de xurttir bikin û bi rêya perwerdeyan em dikarin bigihêjin cewhera jina azad û rêya tekoşîna li dijî koletiya ku xwe pê ve girê dabû, jê re vekin".

Perwerde wê 17 rojan li ber xwe bide û dê endam waneyên li ser xurtkirina rola jinan û sepandina rûyê rast a têkoşîna jinan, bibin

Waneyên Dîroka Jinê, Jin û Siyaset, Zayendperestî, Jiyana rast û Jineolojî û her wiha jî wê waneyin li ser Netewa Demokratîk dê bên dayîn. 

Di dawiya axaftina xwe de Delal Derwîş bal kişand ser  girîngiya sepandina rastiya rola jinan di civakê de ya ku hatibû windakirin, him di dema rêjîmê de û him jî dema hebûna DAIŞ’ê de ya ku jin li bajaran difirotin û her wiha dewleta Tirk jî berdewamiya vê hişmendiyê ye ku ew jî heman tiştî li herêmên dagirkirî, pêk tîne. 

Şehîd Adara Haron sala berê dema ku parastina gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikir, şehîd bûbû.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3tcm629MCeU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>