Cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn

Li Hesekê bi merasîmekê girseyî 6 cangoriyên azadiyê yên di nava HPG, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bibîranîn.

Cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn
14 hezîran, 2020   17:52
HESEKÊ

Gerîlayên HPG‘ê Hêvîn Memduh (Dildar Sefqan) û Xebat Casim (Sîpan Şahîn) ên ku li Çiyayê Hekarê yê Bakurê Kurdistanê şehîd bûn, şervanên QSD‘ê Fewaz El-Mihsin (Kosofî Hesekê), Hesen Ebid Mustefa (Argeş Hesekê) û Mihemed Cefal (Basil Hesekê) û endamên Hêzên Asayîşê Seîd El-Mihemed ên ku di dem û cihên cûda de di Berxwedana Rûmetê de ya li dijî êrişên artêşa Tirka  dagirker û çeteyê wê şehîd bûne, bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajarê Hesekê hatin bi bîranîn.

Bîranîna li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hate lidarxistin û bi deqeyek rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên QSD û YPJ‘ê dest pê kir.

Piştre bi navê Komîteya Rêveber a Kar û Barên Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Mihemed El-Xetîb û endamê Rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Leşkerî ya Kantona Hesekê Viyan Kobanê axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên leşkerî bi derfetên kêm çeteyên DAIŞ‘ê têk birin û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin. Her wiha got, ev encamên îradeya bi hêz a xwe dispêre xeta neteweya demokratîk a ku gel kirin yek.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ENx9KcGIEnk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>