Şehîd Ehmed El-Ecac li Tebqayê hate veşartin

Bi amadebûna bi sedan şêniyên Tebqa, Cirniye û Mensûra cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed El-Ecac ê dema li ser erka xwe şehîd bibû li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Şehîd Ehmed El-Ecac li Tebqayê hate veşartin
Şehîd Ehmed El-Ecac li Tebqayê hate veşartin
Şehîd Ehmed El-Ecac li Tebqayê hate veşartin
Şehîd Ehmed El-Ecac li Tebqayê hate veşartin
Şehîd Ehmed El-Ecac li Tebqayê hate veşartin
Şehîd Ehmed El-Ecac li Tebqayê hate veşartin
Şehîd Ehmed El-Ecac li Tebqayê hate veşartin
14 hezîran, 2020   17:35
TEBQA

Şêniyan cenazeyê şehîd Ehmed El-Ecac ji ber nexweşxaneya Watanî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan ve kete rê. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeya rêzgiritin û torana leşkerî ya şervanên Erka Xweparasatinê dest pê kir.

Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El-Mehmûd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Di her carekê de ku em şehîdekî/ê xwe oxir dikin hêz û hevgirtina me xurt dibe Bi saya keda şehîdan serkeftin hatin bi destxistin û em gihiştine vê astê."

Bi navê hêzên leşkerî, hevserokê Komîteya Parastin û Xweparastinê ya Tebqayê Mihemed Elî Xalid axivî û soza şopandina rêya şehîdan da, yên ku projeya neteweya demokratîk ji xwe re kirine bingeh û biratiya gelan ji xwe re kirine çek di rêya têkoşînê de.

Piştî bidawîbûna axaftinan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Siwêd wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Paşê cenzayê şehîd di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

(şx)

ANHA