Li kantona Şehbayê, 350 xwendekar ezmûnên xwe pêşkêş dikin

Li kantona Şehbayê xwendekarên merheleyên navîn û amadehî dest bi ezmûnên serdema duyemîn a xwendinê kir.

Li kantona Şehbayê, 350 xwendekar ezmûnên xwe pêşkêş dikin
14 hezîran, 2020   10:27
ŞEHBA

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişît tedbîrên pêşîlêgirtina sînordarkirina Koronavîrusê dewama dibistanan  hatin taloqkirin.

Lê Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi rêya xebata perwerdeya onlinê proseya xwendinê berdewam kir.

Îro li kantona Şehbayê 350 xwendekarên amadehî û navîn ezmûnên xwe li du dibistanên navçeyên Til Rifet û Ehdasê pêşkêş kirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk(KPC-D) diyar kir ku dê ezmûn heta 25 mehê berdewam bin.

Têkildarî mijarê endama Komîteya Amadekar a Ezmûnan Ciwana Şêxo axivî û got: "Di dema ku Rêveberiya Xweser bi armanca xweparastina ji Korovîrusê qedexeya derketina derve ragihandiye de, xwendekaran  bi rêya kanal û semîneran waneyên xwe dibirin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R3fvt7BHLnM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>