Şandeya Rûsyayê serdana li Tirkiyê betal kir

Rûsyayê serdana ku diviyabû wezîrê karên derve Sergey Lavrov û wezîrê parastinê Sergey Şoygu îro li bajarê Stenbolê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên li Lîbyayê bi rayedarên Tirk re pêk bianiya, betal kir.

Şandeya Rûsyayê serdana li Tirkiyê betal kir
14 hezîran, 2020   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê, dihat payîn ku Sergey Lavrov û Sergey Şoygu îro bigihîştana Stenbolê.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku serdan hat derengxistin, her wiha destnîşan kir ku li ser serdaneke din her du wezîran li hev kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji dêvla serokên her du dewletan, wezaretên karên derve û yên parastinê yên Rûsya û Tirkiyê bi awayekî aktîf ji bo piştevaniya çareseriyên li Lîbyayê dixebitin.

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyê de diyar kir ku pispor peywirên xurt ji bo lihevkirina li ser agirbesteke lez û avakirina mekanîzmayeke dan û standinên di navbera aliyên li Lîbyayê de der barê rewşên siyasî û aborî bi sponseriya NY’yê li gorî encamên Konferansa Berlînê û biryarên navneteweyî de didomînin.

Wezaretê sedema betalkirina serdana îro bi bîr nexist, lê belê bi vê pêngavê re diyar dibe ku nakokiyên her du dewletan li ser dosyaya Lîbyayê berdewam in.

Moskovê piştî îmzekirina peymanên deryayî û leşkerî di navbera hikumeta Sîrac û Enqereyê de di Mijdara borî de, helwesteke dijber li ser destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê girt.

(fr)