Zerîf ji bo hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu dê berê xwe bide Tirkiyê

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro ji bo nîqaşên der barê Sûriyê de bi wezîrên karên derve yên Rûsya û Tirkiyê dê berê xwe bide Tirkiyê.

Zerîf ji bo hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu dê berê xwe bide Tirkiyê
14 hezîran, 2020   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Skya News ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê di dema ku wezîrê karên derve û parastinê yên Rûsyayê berê xwe dane Enqereyê, dê serdana Tirkiyê bike.

Sky News ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, dê sibe civîn di navbera wezîrên karên derve yê Tirkiyê, Rûsya û Îranê de der barê Sûriyê de were lidarxistin.

Toreya Bloombergê jî duh ragihandibû ku wezîrên parastin û karên derve yên Rûsyayê îro dê serdana Enqereyê bikin da ku li ser nakokiyên li Sûriyê û Lîbyayê nîqaşan bikin.

(bx)